Muslim: Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ti pirsgirekên Rojhilata Navîn çareser nabin

10-08-2019
RÛDAW
Nîşan PYD Salih Muslim Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Berdevkê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku hevdîtinên parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi muwekîlê wan re gaveke erênî ye û rêya çareseriyê bi Îmraliyê re derbas dibe. Muslim herwiha got ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe ti pirsgirekên Rojhilata Navîn çareser nabin.

 

Berdevekê PYDê Salih Muslim ji ajanseke nêzîk PYDê re derbarê serdana parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bo Îmraliyê ragihand ku peyamnên Abdullah Ocalan gelek girîng in û  rêya çareseriyê ya Rojhilata Navîn bi Îmraliyê derbas dibe.

 

Salih Muslim got: “Dewleta Tirk li ser çar parçeyên Kurdistanê  şerê dîplomasî, leşkerî, siyasî dide meşandin, lê ev şer her diçe bê encam dibe. Ji ber vê dewleta Tirk neçar dimînê ku rê bide nêrînên rêber Apo. Çûyîna parêzeran li Îmraliyê erênî û giranbuha ye. Di peyamên Ocalan de zelal derdikeve  holê ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye.''

 

Muslim diyar kir ku Tirkiyê li kuderê dibînê Kurd pêş dikevin bi awayekî hovanê pêşî lê digre û wiha pê de çû: “Niha jî dixwaze şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê tine bike. Heya pirsgirêk li Bakurê Kurdistanê çareser nebe bi awayekî lihevkirin çênebe,  li tu perçeyên din jî çareser nabe. Heger dewleta Tirk bi rastî destê xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikşînê tu pirsgirek namîne. Heger pirsgirêka Kurd çareser nebe ti pirsgirekên Rojhilata Navîn çareser nabin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst