SILÊMANÎ – Meşa ji bo Ocalan hat astengkirin: Hevserokên Tevgera Azadiyê hatin desteserkirin

15-02-2024
RÛDAW
Nîşan Abdullah Ocalan Silêmanî Tevgera Azadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Silêmaniyê hevserok û hinek endamên Tevgera Azadiyê di salvegera girtina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de xwest meşekê li dar bixin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Lê asayişa Silêmaniyê girseya ku kom bûbû dorpêç kir û nehişt meş were lidarxistin.

Rêberê PKKyê Abdullah Oclaan di 15ê Sibata 1999an de li Nairobiya Kenyayê bi operasyoneke taybet hatibû girtin û ew anîbûn Tirkiyeyê.

Abdullah Ocalan 25 sal in li Zindana Girava Îmraliyê tê girtin.

Tevgera Azadiyê duh ragihandibû ku dê îro bi vê boneyê li Silêmaniyê meşeke girseyî li dar bixe.

Lê asayîşa Silêmaniyê rê neda meşê û zêdetirî 20 kesî hatin desteserkirin.

Çavkaniyekê ji Rûdawê re da zanîn ku di nav kesên hatîn desteserkirin de hevserokên giştî yên Tevgera Azadiyê Tara Hisên û Selam Ebdulah û hinek endamê wê û kesên din hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst