Salih Muslim: Daxuyaniya Amerîkayê ji bo razîkirina Tirkiyeyê bû

01-06-2024
RÛDAW
Nîşan Salih Muslim Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ragihand ku ku daxuyaniya Amerîkayê ya li ser hilbijartinan ji bo razîkirina Tirkiyeyê bû.

Hevserokê PYDyê li ser tehdîdên Tirkiyeyê yên li hemberî hilbijartinên şaredariyan ên li Rojavayê Kurdistanê ji medyaya Rêveberiya Xweser re axivî. 

Salih Muslim da zanîn ku armanca wan ji hilbijartinan ew e ku xizmetên zêdetir ji xelkê re werin kirin û mafê ti kesekî nîne ku destê xwe bixe nava hilbijartinan.

“Daxuyaniya Amerîkayê polîtîk bû”

Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ku gotibû “Mercên hilbijartinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nînin.”

Salih Muslim li ser van gotinên Patel diyar kir kir ew daxuyanî ji bo xatirê Tirkiyeyê hatiye dayîn.

Li gorî gotina Salih Muslim, ew daxuyaniya Amerîkayê dîplomatîk bû û ji bo ku Tirkiye bêhtir tund nebe Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ew gotin kiriye.

Di berdewamiya axaftina xwe de Salih Muslim amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye ji bo hilbijartin neyên kirin, çi ji destê wê were dê bike lê çi dibe bila bibe dê hilbijartin werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst