Malbata girtiyekî siyasî yê ji Mihabadê: Îtlaatê kurê me bi îşkenceyê kuşt

10-07-2023
Ceifer Mubeşirniya
Nîşan Mihabad Îran Îşkencekekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê siyasê yê ji bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Peyman Gelwanî di îdareya Îtlaata Urmiyê de canê xwe ji dest da. Malbata wî dibêje, “Peyman di bin îşkenceya hêzên Îtlaatê de canê xwe ji dest daye.”

Peyman Gelwanî ê 24 salî roja 25ê Hezîrana 2023an hate desteserkirin û ew veguhestin îdareya Îtlaata Urmiyê. Piştî 10 rojan rewşa tenduristiya wî têk diçe û ji bo nexweşxaneyeke bajêr tê veguhetin, roja Yekşemê 9ê Hezîrana 2023an canê xwe ji dest da.

Çavkanyeke nêzîkî malbata Gelwanî ji Tora Medyayî ra Rûdawê re ragihand, malbata wî li nexweşxaneya bajarê Urmiyê Peyman dîtibûn û dibêjin, “Şopa îşkenceyê û birînan li ser laşê wî hebûn.”

Malbata Gelwanî dibêje, “Ti nexweşiyeke Peyman nebû, em piştrast in ku bi îşkenceya hêzên Îranê hatiye kuştin.”

Navendên ewlekariyê sedema desteserkirina wî eşkere nekirine lê malbata Gelwanî dibêje, “Dibe ku sedem endamtiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê be, ji ber ku berî 3 salan 3 mehan Pêşmergeyê wê hizbê bûye.”

Li ser jiyana Peyman Gelwanî çavkaniya Rûdawê dibêje, Peyman şêniyê taxa Fecr a Mihabadê bû, tenê 7 meh bûn zewicîbû, bê bav e û şîna wî li mala mamê wî li taxa Tepey Qazî hatiye danîn.

Peyman Gelwanî duyemîn girtiyê siyasî yê Kurd e ku di nava hefteyekê de li Îdareya Îtlaata Urmiyê canê xwe ji dest dide.

Berî du rojan, malbata Mûsa Îsmaîlî jî hate agahdarkirin ku kurê wan li Îdareya Îtlaata Urmiyê canê xwe ji dest daye. Malbata wî jî dibêje, Mûsa di bin îşkenceya hêzên Îtlaatê de hatiye kuştin. Mûsa Îsmaîlî yê 32 salî Pîranşarî, bi tometa endamtiya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê hate desteserkirirn û piştî 62 rojan ji bavê wî re gotin kurê te canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst