HEWLÊR - Li Kesnezanê 18,500 darên zeytûnan hatine çandin

10-03-2025
Nîşan Kurdistana Kesk Darzeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Riwangeyê ragihand ku li Kesnezanê di du salên borî de nêzîkî 18 hezar û 500 darên zeytûnan hatine çandin.

Dezgeha Riwangeyê da zanîn ku Îdrîs Nêçîrvan Barzanî projeyê dişopîne, proje ji sala 2023yan ve li nahiyeya Kesnezanê ya Hewlêrê didome û armanc çandina 20 hezar darên zeytûnan e.

Berpirsên Riwangeyê bi serokatiya Hesen Elaeddînê birêvebirê rêxistinê, roja yekşemê bi tîmeke Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Bêgerd Talebaniyê re civiyan.

Dezgeha Riwangeyê diyar kir ku "Guftûgo li ser bilezkirina vejîna sîstema jîngehê, rêkarên xweguncandina li gel guherîna avhewayê" û çend projeyên din ên herêma Kurdistanê bû.

Li gorî daxuyaniyê, armanca wê projeyê "bihêzkirina axa lawaz û zêdekirina pirrengiya jîngeha wê deverê ye."

Projeya Kesnezenê beşek e ji hewldaneke berfirehtir ku di bin navê "Kurdistana Kesk" de ji bo zêdekirina rêjeya keskahiyê ya li bajarên Herêma Kurdistanê 2020î de dest pê kiriye û "heta niha zêdetirî 200 hezar darî hatine çandin."

Dezgeha Riwangeyê li ser gavên piştî niha got:

"Di qonaxên bê de, li wan deverên ku careke din bûne daristan dê bi hevkariya Zanîngeha Selahedînê, çavdêriya vegera jiyana kovî û analîzkirina axê dê were kirin.”

Riwangeyê destnîşan kir, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebaniyê ragihandiye ku ew piştgiriyê didin kar û xebatên wan û ew dê siyaseteke taybet bimeşînin da ku berê sektora taybet bidin keskkirina herêmê.

“Proje niha nêzîkî qedandinê ye”

Dezgeha Riwangeyê bal kişand ser rewşa ne baş a avhewaya Hewlêrê û got:

“Projeya Baxê Zeytûnan niha nêzîkî qedandinê ye, dê çend sûdên projeyê yên wekî kêmkirina biçolbûnê, başkirina berhemên çandiniyê û peydakirina rêyên nû yên aborî ji bo civakên gundan hebin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst