Kampa Holê: 622 kesên Îraqî hatin vegerandin

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Kampa Holê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku wan 622 kes ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegerandine parêzgeha Nînowayê.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebasî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Doh êvarê 159 malbatên Îraqê ji Kampa Holê hatine vegerandin. Ew 159 malbat ji 622 kesan pêk tên.”

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebasî da zanîn ku ew kes heta tên amadekirin ji bo ku tevlî civakê bibin dê demekê li Kampa Cedayê bimînin.

Şêwirmendê Asayêşa Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî 2yê Adarê li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê derbarê Kampa Holê de gotibû:

“20 hezar Îraqiyên 18 salî li Kampa Holê ne. Ew bombeyên vedayî ne ji bo siberojê.”

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye û nêzîkî 55 hezar kes tê de dijîn ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.

Piraniya kesên li kampê xelkê Îraq û Sûriyeyê ne û yên din jî xelkê bi dehan welatên din ên cîhanê ne.

Kampa Holê di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gorî Şêwirmendê Asayêşa Neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî tenê derdora kampê di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û nava kampê di bin desthilata DAIŞê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst