Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî got, “Divê li Sûriyeyê mafên hemû aliyan, bi taybetî jî mafên gelê Kurd bên parastin.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê bi Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd re civiya.
Di civînê de rewşa Îraqê û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Hat destnîşankirin ku divê maf û berjewendiyên Herêma Kurdistanê nekevin nav nakokî û pevçûnan.
Di civînê de girîngiya aramiya Sûriye û herêmê jî hat nîqaşkirin.
Bafil Talebanî da zanîn ku divê li Sûriyeyê mafên hemû aliyan, bi taybetî jî mafên gelê Kurd bên parastin.
Wî derbarê aramiya herêmê jî de got ku girîng e em têkiliyên xwe bi hevalbendên xwe re xurt bikin.
Bafil Talebanî ducare kir ku li gel guherînên li herêmê divê serkirdeyên siyasî û partiyên li Bexdayê bi rêya diyalogeke avakar bixebitin da ku aramiya herêmê û pêbendiya bi destûra Îraqê were garantîkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse