Serokwezîrê Îsraîlê: Em destê aştiyê dirêjî Kurdan dikin

08-12-2024
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îsraîl Kurd Sûriye Beşar Esed Rûxandina Rejîmê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li ser rûxandina rejîma Beşdar Esed got, "Em destê aştiyê ji hemû kesên li derveyî sînorên me yên li Sûriyeyê re dirêj dikin: ji Durzî, Kurd, Xirîstiyan û Misilmanên ku dixwazin bi Îsraîlê re di aştiyê de bijîn."

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

"Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye"

Benjamin Netanyahu got, "Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye.

Hilweşîna rejîma Esed, zilma li Şamê, derfeteke mezin dide lê di heman demê de bi metirsiyên girîng re jî tijî ye."

"Em destê aştiyê dirêjî Kurdan dikin"

Di beşeke din a peyama xwe de Netanyahû wiha anî ziman:

"Em destê aştiyê ji hemû kesên li derveyî sînorên me yên li Sûriyeyê re dirêj dikin: ji Durzî, Kurd, Xirîstiyan û Misilmanên ku dixwazin bi Îsraîlê re di aştiyê de bijîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst