Mêrdîn; Kargehek cilûbergên Kurdî bo 5 welatan hinarde dike

09-10-2022
RÛDAW
Li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê kargehek cilûbergên Kurdî bo 5 welatên cîhanê hinarde dike. Wêne: AA
Li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê kargehek cilûbergên Kurdî bo 5 welatên cîhanê hinarde dike. Wêne: AA
Nîşan Mêrdîn Kurdistan Cilûbergên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kargeheke cilûbergên Kurdî li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, cilûbergên Kurdî bo 5 welatên cîhanê hinarde dike.

Terzî Mehmet Demir ê Mêrdînî, cilûbergên Kurdî bi modelên nû didirû û ji bilî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bo 5 welatên cîhanê hinarde dike.

Bi gotina Mehmet Demir, cilûbergên ku ew didirûn bo welatên Brazîlya, Fransa, Almanya, Hollanda û Swêdê tên hinardekirin.

Herwiha daxwazeke zêde ya geştyaran jî li ser cilûbergên Kurdî yên ku bi modelên modern tên dirûtin heye.

Mehmet Demir behsa xwe û karê xwe dike û dibêje, “Ez 25-30 sal in cilûbergên Kurdî didirûm. Herî dawî min li dûkana xwe ya li Mêrdîna kevin çê dikirin. Piştre min ev kargeh vekir. 20-25 makîneyên me hene, xwendekarên me yên stajyer û karmendên me hene. Me karê xwe mezin kir û em Mêrdînê didin nasîn. Em cilûbergên çanda xwe bi modelên nû dizayn dikin û difroşin.”

Di kargeha cilûbergên Kurdî de hemû xebatkar keç in û rojane 150 parçe cilûbergên Kurdî tên dirûtin. Ev kargeh bo jinan bûye derfeta kar.

Rojîn Elçî yek ji xebatkarên wê kargehê ye. Rojîn dibêje, “Ji ber ku ez ji cilûbergên xwecihî hez dikim, min ji bo stajê evder hilbijart. Bijardeyên min gelek bûn, lê ji ber cilûbergên xwecihî min evder hilbijart. Karê me gelekî baş e, bi hosta û hevalên me re jî navbera me baş e. Dema kesên cilê me dirûtine li xwe dikin û pesna me didin, ez şanaziyê bi xwe dikim.”

Bajarê Mêrdînê, ku du caran bûye namzedê UNESCOyê, ligel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzidî, bi nişteciyên Suryan, Keldan, Ermen û Ereban û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî pêkvejiyanê ye û xwedî çandeke dewlemend e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst