Li Semsûrê skeleya avahiyê hilweşiya: 3 karker birîndar bûn

09-08-2024
RÛDAW
Nîşan Semsûr Avahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, skeleya avahiyeke ku dihat çêkirin hilweşiya û 3 karker birîndar bûn.

Li nêzîk gundê Zeyê yê Semsûrê ku bajarê nû lê ava dibe skeleya avahiyekê hilweşiya û 3 karker di bin de man.

Di encama bûyerê de yek jê bi giranî 3 karker birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her 3 birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.

Hat zanîn rewşa birîndarê bi navê Cafer Ozgul giran e û her duyên din baş in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst