Li Amedê dadwerek li mala xwe mirî hat ditîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Murat Ozcan Mirin Dadwer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê dadwerek li mala xwe mirî hat ditîn.

Serokê 11emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî ya Amedê Murat Ozcanê 42 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan ji doh ve agahî Murat Ozcan nedihatin wergirtin.

Dema ku hevkarên wî agahî jê wernegirtin, agahiya polîsan pê xist.

Li ser vê yekê polîs çûn mala Ozcan û li malê rastî termê wî hatin.

Ji bo otopsiyê termê Ozcan birin Saziya Bijîşkî ya Dadî ya Amedê.

Heta niha sedema mirina wî nayê zanîn û dê piştî otopsiyê sedema mirina wî eşkere bibe.

Her wiha hate ragihandin ku Serdozgerê Komerê yê Amedê jî ji bo otopsiyê çûye Saziya Bijîşkî ya Dadî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst