Li Semsûrê kanaleke avê ya 1700 salî hat dîtin

13-09-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Semsûr Kanala Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qenterê ya navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê kanaleke avê ya 150 metreyî dirêj a ku berî hezar û 700 salî hatiye çêkirin, hat dîtin.

Hinek cihên wê kanala avê ya ku av dibir ser zeviyan 2 metreyan bilind in.

Şûnwarnas û Rêveberiya Muzexaneya Semsûrê di nav kanalê de dest bi lêkolînê kir.

Rêveberê Muzexaneya Semsûrê Mehmet Alkan got:

“Li gorî lêkolînên ku me li vê deverê û di nav kanalê de kirine, ev kanal Piştî Zayînê di sedsala 3yan de, yanî beriya niha bi 1700 salî hatiye çêkirin.

Ji bo ji Çemê Sifrazê avê bibin aliyê din ê gund hatiye çêkirin ku li wir zeviyên çandiniyê hene.

Ev kanal bi armanca ku ava avdaniyê dabîn bike hatiye çêkirin.”

Şûnwarnas dibêjin ew kanal di dema deshilata Romayê de hatiye çêkirin ku temenê wê 1700 sal e.

Kanal li gorî derfetên wê demê bi awayekî gelekî pisporane hatiye çêkirin.

“Ji Çemê Sifrazê dest pê dike û di aliyê din ê gund re derdikeve”

Muxtarê gundê Qenterê Abdullah Gullu jî anî ziman:

“Li gund şikeftek heye ji Çemê Sifrazê dest pê dike û di aliyê din ê gund re derdikeve, me di kanalê de dest bi lêkolînê kir.

Dema mirov ji aliyê çem ve dikeviyê her ku ber bi nîvî ve diçe bilindtir dibe, li hinek cihan bilindiya wê digihe 2 metreyan.

Berê jî me dizanî kanaleke wiha heye lê em ditirsiyan bikevin hundirê wê.

Tevî rayedaran em bi hev re di vî alî re ketin hundirê kanalê û di aliyê din re derketin.

Gelekî xweşik e em li bendê ne geştyar bên bibînin.”

Zanyariyên li ser dîroka vê kanalê xelkê navçeyê kêfxweş kiriye.

Xelk niha li bendê ye ku ev der bi temamî were pakkirin da ku wekî şûnwareke dîrokî êdî mazûvaniya geştyaran bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst