Li Rojavayê Kurdistanê endamekî PDK-S hat azadkirin

09-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Rojava PDK-S Elî Necim Xencer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê, endama partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê, Elî Necim Xencer hat azadkirin.

Çavkaniyek nêzîk ji malbata Xencer ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, Elî Necim Xencer piştî 5 mehan ji girtinê îro Yekşemê hatiye berdan.

Li gor heman çavkaniyê, Elî Necim Xencer ji aliyê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin.

Elî Necim Xencer, endamê Komîteya Şaxê yê partiya PDK-S bûye û xelkê gundê Banê Şikeftê yê ser bi herêma Dêrikê ve ye.

Derbarê sedema girtina wî endamê PDK-Sê û tohmeta wî de ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Li Rojavayê Kurdistanê di navbera du blokên siyasî yên sereke, TEV-DEM û ENKSê de ku her du blok jî ji hejmarek partiyên siyasî pêk tên, nakokiyên mezin hene û partiyên di nav ENKSê de ku PDK-S yek ji wan partiyan e, Rêveberiya Xweser û PYDê ku partiya sereke ya di nav TEV-DEMê de ye, bi girtina endamên xwe û rêgiriyên li ber çalakiyên xwe tohmetbar dikin.

Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya (PDK-S) di sala 1957an de wek yekemîn partiya Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye damezrandin.

Di 10ê Hezîrana îsal de, PDK-Sê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê 12mîn kongreya xwe bi amadebûna 202 endaman saz kiribû. Di kongreyê de Mihemed Îsmaîl wek Sekreterê Giştî yê PDK-Sê hatibû hilbijartin.

Kongreya 11an a PDK-Sê jî di destpêka Nîsana 2014an de li Hewlêrê hatibû lidarxistin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst