Serok Barzanî di kongreya PDK-Sê de: Em ji bo tekoşîneke netewî hertim piştevanê we ne

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan PDK-S Kongre Serok Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) got: “Em ji bo xebateke rasteqîne ya netewî ku xizmeta doza rewa ya gelê Kurd li Sûriyayê bike, hertim piştgîriya we dikin.”

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê 12emîn Kongreya Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) îro destpê kir û Serok Barzanî ku tê de beşdar e gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di destpêka gotara xwe de bixêrhatina mêvanan a ji bo bajarê Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û ragihand: “Hêvîdarim kongreya we serkeftî be û li asta daxwaziya cemawerê we be.”

Barzanî rola PDK-S di şoreşên Îlon û Gulanê de û  hewlên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku bi navê “Leşkerên Roj” tên zanîn di şerê li dijî DAIŞê de ku bi dehan şehîd hebûne, bilind nirxand.

Barzanî got: “Ez spasiya we û hemû kesên ku di dema borî û niha de roleke girîng di tevgera rizgariya gelê me de hebûne, dikim. Ji vir ve silav ji bo cemawerê we yê xweragir re dişînim. Silav ji bo wan kesên ku koçberên welatan bûn û yên li vir li mala xwe ne.”

Serok Barzanî hêvî xwest ku rewşek dirust bibe ku bikarin vegerin cihê bav û bapîrên xwe û bi yekdengî rûbirûyê kêşeyan bibin.

Di beşeke din a axaftina xwede Barzanî daxwaz ji wan kir ku zêdetir dostanî û hevpeymaniya xwe bihêztir bikin û got: “Di destpêka bûyerên Sûriye di sala 2011an de me bi berdewamî piştgiriya we kir ku hûn bibin yek û çi biryareke ji bo we baş be hûn bidin.”

Barzanî bal kişand li ser wê yekê  ku ji bo sazkirina kongreyên PDK-Sê  bûne alîkar û got: “Me piştgirî da hemû aliyan ji bo lidarxistina 3 kongreyan (du li Hewlêrê û yek li Duhokê) ji bo têkoşîna netewî û yekitiya neteweyî, lê mixabin astengî hatin çêkirin. Bêguman rêya têkoşîna gel dirêj e û yên li pêşiya destkeftiyan bibin asteng, dê bacê bidin.”

Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de got: “Em hertim ji bo xebateke rasteqîne ya netewî ku xizmeta doza rewa ya gelê Kurd li Sûriyayê bike piştgîriya we dikin.”

Serok Barzanî herwiha silav li giyanê pak ê wan têkoşerên ku bi neheqî şehîd bûne û di zindanan de ne, kir.

12mîn Kongreya PDK - Sê bi amadebûna zêdetirê 220 endaman li Hewlêrê destpê kir û biryar e du rojan berdewam bike li û tê de 29 endamên Komîteya Navendî bên hilbijartin û piştre jî sekreterê partiyê were hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst