Ji ber herikîna axê rêya Erzîngan û Sêwazê hat girtin

09-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Erzîngan Sêwaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêya di navbera parêzgehên Erzîngan û Sêwazê yên Bakurê Kurdistanê de ji ber herîfîna axa çiya ji çûnûhatinê re hat girtin. Piştî demekê rê ji aliyê tîmên girêdayî Rêyên Bejayî ve hat vekirin.

Piştî barîna baranê ku ji doh ve li herêmê destpê kiriye û dem bi dem berdewam e, li herêma tunelên Sakaltutanê herikîna axê çêbû û ax herifî ser rêya sereke ya di navbera Erzîngan û Sêwazê de. Di encama bûyerê de, rêya di navbera Erzîngan û Sêwazê hat girtin.

Li ser agahdarkirinê, tîmên girêdayî Rêyên Bejayî û tîmên cendirmeyan çûn cihê bûyerê. Hêzên ewlekariyê wek tedbîrekê rê li ber çûnûhatina otomobîlan li ser wê rêyê girtin.

Piştî girtina rê, hejmareka zêde ya barhilgiran di rê de asê man.

Li gor agahiyan, piştî ku tîmên vekirina rê gihîştin cihê bûyerê, kar û xebatên vekirin û paqijkirina rêya navbera herdu parêzgehan dest pê kir û piştî demekê rê li ber hatinûçûnê hat vekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst