Li Sêwazê mamosteyek hem karê xwe dike hem jî ajeldariyê

24-09-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Sêwaz Mamoste Ajeldar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê Fikrî Kaya hem mamostetiyê û hem jî ajeldariyê dike.

Ew li kêleka wî pîşeyî karê ajeldariyê jî dike ku ji bav û kalan fêr bûye û ji karê xwe hez dike.

Mamoste û ajeldar Fikrî Kaya li ser karên xwe got:

“Ez zarokê malbateke cotkar im. Bavê min li xurbetê bû lê me karê cotkariyê dikir.

Ez ji bo mamostetiyê dereng hatim damezrandin, 35 salî bûm. Heta wê demê jî min her karê cotkariyê dikir.

Ez hatim damezrandin lê min dest jî vî karî berneda û min hinekî din ev kar bi pêş ve bir.”

Fikrî Kaya bi piştgiriya Saziya Piştgiriya Pêşketina Herêman û Çandiniyê sala 2020an bi xwedîkirina 20 dewaran dest bi avakirina çewligekê kir lê niha hejmar gihîştiye 100 dewarî.

“Kêmasiya herî mezin nebûna hêza kar e”

Mamoste û ajeldar Fikrî Kaya herwiha anî ziman:

“Di karê cotkariyê de kêmasiya herî mezin nebûna hêza kar û kesên ku vî karî bikin e.

Ji ber ku ev kar hêzê dixwaze, kesên vî karî bikin peyda nabin. Pirsgirêkeke me ya wiha heye.”

Dewarên li çewligê tên xwedîkirin ji bo serbirînê ne.

Fikrî Kaya, ji karê xwe razî ye û dibêje ji ber ku êdî bi rêbazên modern ajelan xwedî dike xêra wan baş e û dixwaze karê xwe berfirehtir jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst