Li Rojavayê Kurdistanê dolar buha bûye, şekir bi dest nakeve

09-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Li Rojavayê Kurdistanê dolar buha bûye, şekir bi dest nakeve
Li Rojavayê Kurdistanê dolar buha bûye, şekir bi dest nakeve
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şekir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî li hember Lîreyê Sûrî li bazarên Rojavayê Kurdistanê bidestxistina şekirê spî zehmet kiriye.

Di çend rojên bûrî de, li Rojavayê Kurdistanê, mijara kêmbûna şekirê spî gelekî dihate behskirin.

Li gorî zanyariyên ku ji hin nişteciyên bajarê Qamişlo bidest Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, serbarî kêmbûna şekirê spî, nirxê wî jî buha bûye.

Bi gotina hin welatiyan jî, piştî wê yekê, di van du rojan de, êdî şekir peyda bûye, lê bi nirxekî buhatir.

Lêkolerek ji bajrokê Girkê Legê yê ser bi Cizîra Rojavayê Kurdistanê, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê mijarê dike.

Nivîskar û lêkoler Lewend Mihemed dibêje “Aloziya şekir jî ev zêdetirî 10 roj in heye. Derdora 10 roj in şekir di firoşgehên Girkê Legê de peyda nedibû îro di sûkê de hate belavkirin, me dît ku di firoşgehan de difrotin. Nirxê wê bi 7 hezar Lîreyê Sûrî, ew jî kêmî dolarekî ye. Ji ber sedemên wê belkî bilindbûna dolar e, ji ber ku dolar di van 10 rojan de gihîşt 8 hezar û 700 lîreyê Sûrî û em bêjên nebêjin jî bazirganî jî rolekê dileyîzin û şerkir ji derve tê û bi dolar tê.”

Bi gotina kesên ku ji Qamişlo ji Rûdawê re axivîn, di demekê de ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye 8 hezar û 750 lîreyan li beramber 1 dolarê Amerîkî, û şekir bi dolar tê hawirdekirin, Kompanyaya Newroz, ku kompanyayeke fermî ya Rêveberiya Xweser e, 1 kîlograma şekirê spî, bi 6 hezar û 500 lîreyên Sûrî difiroşe, wiha jî 1 tûrikê 10 kîlo yê şekirê spî, bi 62 hezar lîreyan difiroşe.

Dukandar û firoşyar jî, bi nirxên corbicor difiroşin, êdî hin ji wan 1 kîlograma şekir bi 7 hezar û 500 lîreyên Sûrî û hin jî bêhtir û heta 10 – 11 hezar lîreyan şekir difiroşin.

Medyakar Ebdulhelîm Silêman “Krîza şekir li deverê ew e ku nirxê lîreya Sûrî li hemberî dolar gelekî daketiye, nêzikî 9 hezar lîreyên Sûrî 1 dolarê Amerîkî dike. Ev jî dihêle ku bazirgan vê madeyê li cem xwe bigrin di pileya yekem de. Pê re kompaniya Newroz ku ew wek aliyê sereke ye ji bo belavkirina li deverê. Tevî ku li xalên xwe belav dikin ji 5 heta 10 kîlo şekir li ser her malbatekê bi nirxê 6 hezar û 500 lîreyê Sûrî, lê di baweriya min de têra xelkê nake û pêdiviya wan bi cih nayne. Ji bo wilo çareseriyek mayinde lazim e ji aliyê Rêveberiya Xweser ku ya piştgiriya vê madeyê bike bi awayekî xurt ku bihêlin nirxê wê neyê guhertin û ev jî zehmet e ji ber ku bi dolar tîinin û bi lîreya Sûrî difroşin.”

Rêveberiya Xweser ragihandiye ku, Rêveberiya Parastina Kiryar li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, komîte damezrandine.

Erkê wan komîteyan serperiştîkirina mekanîzmaya belavkirina şekirê spî, û çavdêrîkirina kêş û terazûya tûrikên şekir e, li Kompanyaya Newroz, ku li gorî xişte û lîsteyên rêkxistî şekir li ser bazirgan, firoşyar û welatiyan belav dike.

Ew komîte wê çavdêriya embaran jî bikin ji bo ku bazirgan qorixkariyê (monopoliyê) di şekirê spî de nekin, lê belê bi tûrikên 1 kîlogramî wê keresteyê daxin bazarê û bifiroşin welatiyan. Ew jî li gorî biryara hejmar /3/ ya Desteya Abûriyê ya Rêveberiya Xwesere, derbarê serpêçîkirin û sizadana monopolkarê şekirê spî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst