Urmiye – Rojnamegerekî Kurd hat desteserkirin

09-04-2024
Nîşan Urmiye Rojnameger Kurd Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameger Resûl Geleban li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê hat desteserkirin.

Li gorî nûçe û raporên medyaya Rojhilatê Kudistanê, hêzên ewlehiyê yên Îranê li parêzgeha Urmiyeyê rojnameger û çalakvanê zimanê Kurdî Resûl Geleban desteser kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê di nuçeyekê de ragihand, serdozgeriya Urmiyeyê li ser Resûl Geleban doz vekiriye.

Heta niha nayê zanîn bê ka Resûl Geleban ji ber çi tohmetê hatiye desteserkirin.

Resûl Geleban xwediyê malpera nûçeyan a bi navê Urmiye24ê ye û wekî pêşkêşkarê wê platformê jî dixebite.

Herwiha Resûl Geleban li herêma Urmiyeyê di warê berhevkirin û tomarkirina folklora Kurdî de jî dixebite.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst