Li Rihayê nan biha bû

09-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Nan Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bihayê nan lîreyekî hat zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aboriya xirab bandorê li jiyanê dike.

Di serî de xwarin û vexwarin bihayên hemû kelûpelan bi berdewamî tên zêdekirin.

Odeya Firinvanên Rihayê ragihand ku li parêzgehê ji roja 10ê Kanûna Paşîna 2024an pê ve bihayê nan lîreyekî tê zêdekirin.

Li gorî biryara Odeya Firinvanên Rihayê, ji sibe û pê ve dê nanê 170 gramî, somunê 200 gramî û nanê vekirî (lawaş) yê 150 gramî bi 7 lîreyan bên firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst