HESEKÊ - Ji ber pîsbûna avê rojane derdora 30 zarokî nexweş dikevin

30-10-2024
RÛDAW
Nîşan Hesekê Ava Pîs Nexweşî Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, rojane heta nêzîkî 30 zarokî bi sedema nepakiya avê nexweş dikevin.

Li gorî zanyariyan, li Hesekê bi sedema ava gemar û nepak gelek kes bi taybetî jî zarok nexweş dibin.

Birêvebirê Saziya Tenduristiyê ya Hesekê Îsa Xelef ji medyaya hikûmeta Sûriyeyê re ragihand ku ji destpêka Çiriya Pêşîn a 2024an ve, heta niha rojane nêzîkî 30 zarokî diçin Navenda Bijîşkî ya Nûjenê ya Hesekê.

Bi gotina Dr. Îsa Xelef, piraniya wan zarokan ji ber zikçûn, vereşîn û hinavêşê diçin nexweşxaneyê.

Îsa Xelef her wiha da zanîn ku sedema wan nexweşiyan ava nepak e.

Birêvebirê Saziya Tenduristiyê ya Hesekê eşkere kir ku niha çavkaniya wê avê nayê zanîn û ava Elokê jî ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve hatiye qutkirin.

Nêzîkî milyonek nişteciyên Hesekê û gundewarê wî bajarî ji ber qutbûna ava Elokê dinalin.

Ava stasyona Elokê çavkaniya sereke ya ava pak e lê ji neçarî xelk avê bi rêya tankeran bi dest dixe û ev yek jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst