Çîroka Zîbayê: Nebûye 5 salî lê bi qasî mirovekî mezin zehmetî kişandiye

23 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Zîba û bavê xwe / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Zîba û bavê xwe / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Zîba Almanya Nexweşî
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Çîroka Zîbayê, ew keçika biçûk a ku hîn jî temenê wê nebûye pênc sal lê qasî mirovekî mezin zehmetiyên jiyanê kişandiye.

Piştî ku bavê Zîbayê li Kurdistanê ji çareseriya nexweşiyên keça xwe bêhêvî dibe, biryarê dide ku wê bibe derve.

Bi bêrîkeke vala û bi hêviyeke kêm…

Bi bêrîkeke vala û bi hêviyeke kêm, amadekariyê dike ku wê bîne.

Malbat û dost ji wî re dibêjin neke, çimkî dê encam nebe. Lê ew teslîm nabe û Zîbayê dighîne Almanyayê.

Li vir niha jiyaneke nû dest pê kiriye û hêviyên mezin hene. Mamosteyekî malnişîn ê Almanî jê re bûye bapîr û bi hevjîna xwe re alîkariya Zana bavê wê dikin da ku jiyana Zîbayê hêsantir bike.

Di çavên Zîbayê de tu dibînî ku bêriya diya xwe û birayê xwe dike ku li Kurdistanê ne û nikarin werin cem wê li Almanyayê.

"Hemû xweşiyên min di kenê keça min de ne"

Bavê Zîbayê got, “Destpêkê dema ku keça min ji dayik bû, pirsgirêka wê di movikên pişta wê de hebû, her zû me ew bir Hewlêrê ji bo dermankirinê, li nexweşxaneya Hewlêrê, bijîşk pêşniyara neştergeriyê kir, berî neştergeriyê, lingên wê bi awayê asayî diliviyan lê piştî neştergeriyê û di temenê tenê 10 saetan de, karîna livîna lingên xwe ji dest da.

Bijîşkan ji me re got pirsgirêka lingên wê çareser nabe, lê we ji me re got ku pirsgirêk dê çareser bibe, lê paşê diyar bû ti çareserî tune ye", wekî ku dayikê got, ji sala yekem a jiyana wê, keçik her dem nexweş diket û taya wê bilind dibû, rewş pir xirab bû heta wê radeya ku diviyabû valahiyek li bin simtên wê bihata vekirin da ku mîza wê derkeve, wekî ku bav dibêje: "Ev ji min re pir pir nexweş bû.

Ev hemû nexweşî di nava yek salê de çêbûn, ji ber vê min biryar da ez ji bo çareserkirinê wê bibim derveyî welêt.”

Bav, piştî heşt salan ji jiyana hevjîniyê, nû xaniyek çêkiribû û hîn jî 90 hezar dolar deyndarê xaniyê xwe bû, dema ku biryar da ku keça xwe bibe Ewropayê, neçar ma ku xaniyê xwe bifiroşe.

“Min her tişt firot da ku keça xwe rizgar bikim”

Bavê Zîbayê da zanîn ku ew neçar maye ku xaniyê xwe yê ku bi zehmetî û piştî 8 salên jiyana hevjîniyê me çêkiribû bifiroşe û got:

“Min her tişt firot da ku keça xwe rizgar bikim, min hevjîn û kurê xwe li cih hiştin û bi tenê çûm Ewropayê."

Dema gihîşt Ewropayê, hest bi xerîbiyê kir, çimkî ne ziman dizanî ne jî kes nas dikir lê bi alîkariya hevalekî, karî keça xwe bibe nexweşxaneyê, piştî lêniherînê, bijîşkan jê re got divê heta dawiya emrê xwe di bin çavdêriya bijîşkî de be û nabe vegere Îraqê.

“Divê heta dawiya temenê xwe di bin çavdêriyê de be”

Bavê Zîbayê wiha behsa vê yekê kir:

"Gotin, mixabin divê heta dawiya temenê xwe di bin çavdêriyê de be û nikare vegere Îraqê, stûna movikên wê ne temam e, serê wê ne temam e û pirsgirêkên wê di lingên wê de hene."

Piştî sal û nîvekê, bijîşkan ragihand ku lingên wê çareser nabin û tenê dikarin rahênana fîzîkî ji bo wê bikin, her wiha diyar bû ku tenê yek gurçika wê kar dike û ew jî bi rêjeya ji sedî 20 kar dike.

Bavê Zibayê da zanîn ku divê rojane pênc caran ew bi xwe mîza wê vala bike û derziyeke taybet têxim mîzdanka wê ku wekî şûştina gurçikan e û wiha got:

“Destpêkê min nizanibû çawa keça xwe pak û paqij bikim, şîr bidim wê yan jî xwarin jê re amade bikim.

Pir zehmet bû lê ji bo keça xwe ez neçar bûm fêr bibim, eger na rewşa keça min roj bi roj dê xerabtir biba."

"Pir dijwar e, keça min diya xwe dixwaze”

Bav li ser zehmetiyên dûrbûna xwe ji malbat û kurê xwe dibêje jî got:

"Pir dijwar e, keça min diya xwe dixwaze û kurê min daxwaza min dike ku vegerim lê ji ber keça xwe nikarim vegerim."

Niha mirovekî Almanî alîkariya bav û keça wî dike û bûye wekî bapîrê wan li nexweşxaneyê, di wergerê de, di her tiştî de alîkariya wan dike.

Li gel zehmetiyan, bav dibêje jiyana keça wî li Ewropayê pir baştir e ji Kurdistanê:

"Pir girîngiyê didinê, li zarokxaneyê, li derve û li dikanan, hemû rêza wê digirin.

Keça min ji bo her tiştî spasiya min dike, destên min maç dike û ji min re dibêje 'bavo can' û 'bavo dil', dema van peyvan ji min re dibêje, çi westanên li min hene ji bîr dikim, hemû jiyana min nagihe xweşiya ku wan peyvan ji min re dibêje."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst