Zaxo: Grûpekê bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pereyên xelkê birine

08-07-2023
Heyder Doskî
Zaxo: Grûpekê bi navê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî pereyên xelkê birine
Zaxo: Grûpekê bi navê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî pereyên xelkê birine
Nîşan Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Zaxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê grûpekê bi navê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pereyên xelkê birine û xwe wenda kirine.

Kerem ê ku xelkê Zaxoyê ev 5 sal in xwedan pêdawîstiyê taybet e. Malbata wî ji bo dermankirina wî bi qasî ku ji destê wan hatiye pere kom kirine da ku wî bişînine derve.

Malbata Kerem 5 hezar dolar deyn kirine û 2 hezar û 500 dolar jî wek zekat jê re hatine lê grûpekê ew kirine armanc û xapandine. Grûpê bi hinceta dermankirina li Tirkiyê hemû pereyên wan birine û ji wê demê ve SIM kartên xwe guhertine û winda bûne.

Dayika Kerem got, “Me bi wan re axivîn qaşo ew Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn û li ser hesabên xwe wêneyê Serok danîbûn.”

Ji ber belavbûna çalakiyên grûpê û hewlên wan ên ji bo xapandina hejmareke zêde ya malbatan, Rûdawê çend tomarên dengî yên grûpê bi dest xistin û dayika Kerem jî li wan tomaran guhdarî kir da ku bizane ku ew kesên ku ew xapandine heman kes in û got, “Ez sond dixwim ku ev heman kesê em pê re axivîn, qaşo parêzerê welêt e û nûnerê Dilşad Barzanî ye.”

Li Duhokê jî heman grûpê bi malbateke din re axivîne, bi hinceta ku malbatê bişînine Almanyayê daxwaza pereyan kirine.

Dayika Jivan qurbaniyeke din a grûpê anî ziman, “Got ez Şêx Rênas ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me. Hûn ê li ser hesabê me werin û ji me re xwarinên Kurdî çêkin. Ji bo vê yekê her kesek 5 hezar 700 dolar bidin.”

Ev û gelek sextekarî li ser navê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî hatine kirin. Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ji xelkê daxwaz dike ku baweriya xwe bi her kesê ku li ser navê wan diaxive neyînin.

Rêveberê Ofîsa Duhokê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahîd Emîn jî got, “Em wek dezgeh ji xwe bawer in ku ti xebatkarên me van tiştan nakin. Em daxwaz dikin ku hûn me ji van tiştan agahdar bikin. Em ji ti kesî pereyan nastînin. Me bihîst ku ji xelkê re hatiye gotin, 'ji dezgehê re nebêjin ku em parêzerên wan in yan jî nûnerê wan in li Tirkiyê yan jî li welatekî din in.”

Berî hefteyekê hêzên asayişa Zaxoyê 2 kesên ku heman kar dikirin desteser kirin lê heta niha çend kes û grûpên din mane ku nehatine girtin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst