Parêzgarê Şirnexê hat Zaxoyê: Em qerebalixiya li Îbrahîm Xelîlê nahêlin

09-08-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Şirnex Zaxo Guhdar Şêxo Osman Bîlgîn Deriyê Îbrahîm Xelîlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo û Parêzgarê Şirnexê Osman Bîlgîn li bajarê Zaxoyê civiyan.

Parêzgarê bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê Osman Bîlgîn îro hat Zaxoyê û bi Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo re civiya.

Piştî hevdîtinê Guhdar Şêxo û Osman Bîlgîn daxuyanî da rojnamevanan.

Osman Bîlgîn ragihand ku wan behsa rewşa Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl-Xabûrê kiriye ku gelek gilî û gazin jê hene.

“Me biryar da li deriyê sînorî qerebalixî nemîne”

Bîlgîn got, “Me di civîna xwe de biryarên girîng dane ku yek ji wan jî bi yekcarî nehiştina qerebalixiya li deriyê sînorî ye ku dibe sedema rawestîna xelkê.”

Parêzgarê Şirnexê diyar kir ku kesên rojane çûn û hatinê dikin, sedema sereke ya wê qerebalixiyê ne û wan biryar da ku dê karê wan kesan jî rêk bixin da ku nebin sedema qerebalixiyê.

Guhdar Şêxo jî çûbû Şirnexê

Roja 31ê Tîrmehê jî Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo çûbû li Şirnexê û bi parêzgar re civiyabû.

Guhdar Şêxo dabû zanîn ku wan bi Parêzgarê Şirnexê re li hev kir ku pirsgirêk di dema herî zû de bên çareserkirin û gotibû:

"Em her du alî hemfikr in ku welatiyên rojane derbas dibin û yên ji bo turîzma tenduristî û seyahetê tên ji hev bên cudakirin û ji bo vê jî binesaziya pêwîst were pêkanîn.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û ji bo ku xebat bi lêz bêne kirin me wekî parêzgarên her du welatan fermanên pêwîst dan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst