Parêzgarê Şirnexê û Rêvebirê Îdareya Zaxoyê civiyan: Pirsgirêka deriyê sînorî çareser dikin

31-07-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Zaxo Osman Bilgin Guhdar Şêxo Deriyê Xebûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin û Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê civiyan.

Hevdîtin li avahiya Parêzgariya Şirnexê bû û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Geliş jî beşdar bû.

Piştî hevdîtinê Parêzgarê Şirnexê Osman Bilgin û Rêvebirê Îdareya Xweser a Zaxoyê Guhdar Şêxo daxuyanî da rojnamevanan.

Osman Bilgin diyar kir ku ew dixwazin diyaloga wan a bi Herêma Kurdistanê her berdewam be û ji bo vê jî ew dê "protokola biratiyê" îmze bikin.

Guhdar Şêxo jî diyar kir ku wan li ser navê Herêma Kurdistanê, serdana Parêzgariya Şirnexê kir û got ku di civînê de ew li ser pirsgirêkên welatiyên li Deriyê Sînor yê Xabûrê rawestiyan.

Guhdar Şêxo da zanîn ku wan bi Parêzgarê Şirnexê re li hev kir ku pirsgirêk di zûtirîn demê de bên çareserkirin û wiha pê de çû:

"Em her du alî hemfikr in ku welatiyên rojane derbas dibin û yên ji bo turîzma tenduristî û seyahetê tên ji hev bên cudakirin û ji bo vê jî binesaziya pêwîst were pêkanîn.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî û ji bo ku xebat bi lêz bêne kirin me wekî parêzgarên her du welatan fermanên pêwîst dan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst