Li Geverê piştî barana gur avê da binê xaniyan

08-04-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî barana gur avê da binê hin xaniyan.

Li navçeyê ev du roj in baran dibare û li hinek cihên navenda navçeyê û hin taxan av kom bû.

Li Taxa Dîlekliyê hin xanî di binê avê de man, welatiyan tengasî kişand.

Şêniyê taxê Nurî Yakut diyar kir ku wan di baranê de zehmetî kişand.

Yakut got ku wan ji rayedaran piştgirî xwest û wiha dewam kir:

"Mirov tengasiyê dikişînin û nikarin têkevin xaniyên xwe.

Bi cezman dikevin xaniyên xwe. Nifûsa vê taxê nêzî 3 hezaran e. Ji bo ku av biherike, binesazî têrê nake."

Fazîle Aticiyê jî da zanîn ku avê da binê xaniyê wê û got:

"Em gelekî mexdûr bûn. Ji bo ku em bikevin malê me prîkêt danîn nava avê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst