Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî

02-11-2023
RÛDAW
Nîşan Baran Bakurê Kurdistanê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo hinek bajarên Bakurê hişyariya ba û baranê hat dayîn.

Li gorî pêşbîniyên Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ya Tirkiyeyê pêleke ba û baranê dê çend bajarên Bakurê Kurdistanê bi de ber xwe.

Tê texmînkirin ku îşev heta sibê êvarî li derdora Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex, Bedlîs, Mûş, Çewlîg, Dêrsim, Xarpêt û Erzînganê tê texmînkirin ku bayekî xurt rabe û dem bi dem jî baraneke gur bibare.

Hişyarî hat dayîn ku li hemberî lehî, birûsk, ba û baranê divê welatî bi baldar bin û tedbîrên pêwîst wergire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst