Li Amedê komxebata erdhejê; Çi xeletî hatine kirin û divê çi were kirin

08-04-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê komxebateke taybet li ser erdhejê hat kirin
Li Amedê komxebateke taybet li ser erdhejê hat kirin
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Amedê komxebateke taybet bi erdhejê hat kirin. Mamostayên beşa avahîsaziyê ji Zaningehên Amerika, New Zeland û Tirkiyê, piştî erdhejên Mereşê, li bajarên ku bibûn navenda erdhejê, lêkolîn li ser zêdetirî 300 avahiyan kiribûn û di komxebatekê de li Zanîngeha Dîcle ya Amedê, encama lêkolînên xwe eşkere kirin.

Li zaningeha Dîcleyê a Amedê bi sernava “Çi Xeletî Hatine Kirin û Divê Çi Were Kirin” komxebata erdhejên Mereşê  birê ve çû.

Serokê Beşa  Endezyarîya Avahîsazîyê li Zaningeha Dîcleyê Prof.Dr.Îdrîs Bedirhanoglu dibêje: “Me pisporên vî karê anî vir ku herkes biaxivin û fikra xwe bêjin ku ji îro şûn ve felsefa me bê guhertin, teknîka me bê guhertin. Em ji îro şûn de avahîyên xwe li gorî wê teknîk û felsefê çêkin.”

Mamosteyên ji zaningehên cûda cûda di gotarên xwe de endezyariya avahiyan û di erdhejan de berxwederiya avahiyên li Tirkiyê û bakûr û bi avahîyên welatên cûda cûda ku zêde lê erdhej çêdibin re berawird kirin û ji bo di paşerojê de xisara erdhejan bikeve asta herî nimiz nexşerêyek  avahîsaziyê danîn.

Serokê Şûbeya Odeya Endezyarên Avahîsaziya Amedê Mahsûm Çiya Korkmaz jî got: “Hêvîya me ew e ku ji vir çi emcam derkeve saziyên peywendîdar û Wezareta Bajarvanîyê guh bidin me.”

Mamosteyê Zaningeha Purdeuyê Prof.Dr.Ayhan Îrfanoglu jî got: “Însan heta ku bijî hêvî heye,rêyek din nîn e, bê hêvî nayê jiyîn. Gelek tiltezîn e ku hercar van windahiyên me çêdibin. Lê di destên me de mînak hene ku dide nîşan bi awayek pêwîst pêkan e ku avahî çêbibin. Yanî hewceyî keşfek nû nîne. Ew tiştên em dibêjin dikarin bikin.”

Jeolog Dr.Şefîq Îmamoglû jî dibêje: “Divê em vê jî bizanin ku divê avahî li gorî cîhên erdhejan werin çêkirin.”

Di komxebatê de, mamoste û xwendekarên beşên avahîsazîyê, jeolog û mîmar beşdarbûn û di beşa dûyem de bi pirs û bersivan dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst