Amed (Rûdaw) - Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi aweyekî girseyî hate pîrozkirin.
Jin daketin qadan û daxwaza azadiyê kir. Ji pîrozbahiya Amedê tilîlî, stran, govend û dîlan qet kêm nebûn.
Li Amedê çar aliyê Qada Stasyonê bi têlbendan hate dorpêçkirin û li ser riyên sereke xalên kontrolê hatine danînin.
Ev hemû amadekarî û tedbîr ji bo mitînga 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye.
Piştî ku kontrol û lêgerîn qediya jinan bi awayeke girseyî berê xwe dan qadê.
Li ser zimanê jinan du daxwazên sereke hebûn; azadiya Kurdan û azadiya jinan. Helbet beriya her tiştî aştiyeke mayînde.
Çalakger Tuba Çetîkê got, "Jin bila azad bin. Îsal sala jinan e, sala azadiyê ye, ya her tiştê xweş e."
Çalakger Rozerînê wiha anî ziman, "Ji bo jinan em li vir in. Bijî 8ê adarê, bijî jinên azad."
Çalakger Helbestê got, "Jin jiyan azadî"
Sorguy Aytekê diyar kir, "Daxwaza me ew e ku azadî û aştî hebe. Jin û jiyan bi hev re bimeşe."
Ji ber ku li Tirkiye û Bakur qonaxeke nû dest pê kiriye, vê yekê mora xwe li axaftinên ser dikê jî kir.
xaftvanan ji jinan xwest xwedî li pêvajoya nû derkevin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Axaftina Ayla Akatê got:
"Jinên Amedê hûn amade ne? Ji bo aştiyeke bi rûmet hûn amade ne?
Ji bo pêşwaziya zarokên xwe hûn amade ne? Ji bo avakirina jiyana wekhev û azad hûn amade ne?"
Li qada pîrozbahiyê ji bilî jinan hejmarek mêr jî hebûn.
Çalakger Mustafa Karaman got, Jin azad nebin, welatê me azad nabe. Ez ji bo piştgiriya jinan hatim.
Çalakger Zekî Kurt wiha anî ziman, "Çawa cîhan ji 8 milyar kesan çêdibe, nîvê wê jin in û nîvê wê mêr in. Ji ber vê yekê jî di temamê civakê de gerek jin cihê xwe bigrin.
Piştî axaftinan hunermend Rojda derkete ser dikê.
Wê hem bi stranên xwe û hem jî bi performansa xwe qad germ kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse