Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez li ser îhtimala veguhastina petrola Gabarê ya bi boriyan got, "Eger rafînerî neyê çêkirin dê ti sûda wê ji Şirnexê re nebe."
Çiyayê Gabarê yê li parêzgeha Şirnexê wekî paytexta petrola Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê naskirin.
Berhemanîna rojane li 95 bîrên li herêmê gihiştiye 78 hezar bermîlan.
Dihat çaverêkirin ku ji bo petrola Gabarê li herêmê parzûngehek (rafînerî) bihata çêkirin lê nihat tê îdiakirin ku petrola Gabarê bi rêya boriyan bibin bendera Ceyhan.
Eger ev yek pêk were, dê banodreke neyînî li xelkê herêmê bike.
Serokê Odeya Pîşesazî û Barzirganî ya Şirnexê Osman Gelîş derbarê sûdên wê petrolê yên ji bo bajêr ji Rûdawê re axivî.
"Em hêvî dikin ku hejmara karkerên ji Şirnexê zêde bibe"
Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Şirnexê Osman Gelîş got:
"Wezîrê Enerjiyê got ku rojane berhemanîna petrolê gihiştiye 78 hezar bermîlan. Berî 2 salan 5 heta 10 hezar bû.
Roj bi roj zêde dibe û em dixwazin hew qasî zêde bibe ku 10 hezar gencên me tê de kar bikin. Eger petrol zêde bû wate li herêmê dê petrol erzan bibe.
Destpêkê mesref zêde ne ji ber wê em bêjin yekser sûda wê dibe nexêr. Tu darekê jî biçînî av didî mezin dibe heta ku fêkî dide.
Sala 1954an Ii Êlihê petrol hat dîtin niha Êlih bi petrolê bûye Êlih. Em bi hêvî ne ku li Şirnexê hem petrol zêdetir bibe hem jî karkerên me bibin 20 hezar kes ne 2-3 hezar."
Xelkê Şirnexê bi hêvî bû ku petrola Gabarê zêdetir derfetên kar ji bo wan bi xwe re bîne.
Lê li gorî amaran niha tenê derdora 3 hezar kes li qada petrolê kar dikin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî bi rêya Rûdawê nîgeraniyên xwe yên derbarê petrolê de anîn ziman û diyar kir ku piraniya karkerên li Gabarê kar dikin ne Şirnexî ne.
"Li herêma Gabarê talaneke mezin tê kirin"
Mehmet Zekî Îrmez got, "Li herêma Gabarê talaneke mezin tê kirin. Xwezaya wê tê talankirin.
Gelek gund li derdora Gabarê hene, mixabin rez û bexçeyên wan tên talankirin.
Gelek gundî dixwazin biçin gundên xwe lê nikarin biçin. Ti sûda petrolê ji xelkê Şirnexê re nîne ji talankirinê zêdetir.
3 hezar kes kar dikin rast e lê piraniya wan ji derve anîne. Em dikarin bêjin ji 3 hezar kesên ku kar dikin dibe 300ê wan jî Şirnexî nebin."
Dema li Gabarê berhemanînê dest pê kir beşek ji xelkê parêzgehê xwe deyndar kir û ji bo veguhastina petrolê tanker û barhilgir kirîn.
Petrol bi rêya tankeran dibirin Êlihê û deverên ku parzûngeh li wan hene.
Lê niha plan heye ku petrola Gabarê bi rêya boriya Kerkûkê rasterast biçe bendara Ceyhanê.
Berpirsên parêzgehê ji vê yekê nerazîne û daxwaz dikin ku parzûngehek li Şirnexê bê çêkirin.
Berhemanîna rojane ya petrola Gabarê li 95 bîran gihîştiye 78 hezar bermîlan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 8, 2025
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez:
🎙️ ❝Li herêma Gabarê talaneke mezin tê kirin, xweza tê talankirin❞
🎙️ ❝Ti sûda petrolê ji bo xelkê Şirnexê nîne❞
🎙️ ❝3 hezar kes dixebitin… pic.twitter.com/QysLoRt84X
"Petrola Gabarê dê bi boriyan bikişînin Ceyhanê"
Mehmet Zekî Îrmez wiha pê de çû:
"Petrola ku tê derxistin heta niha bi 300 heta 400 barhilgiran dikişandin Êlihê û cihên wekî Ceyhanê lê niha dibêjin em dê bi boriyan bikişînin Ceyhanê.
Boriyeke 38 kîlometreyî danîne, dê wê petrolê bi boriyan ji ser xeta ku ji Kerkûkê bi wan boriyan veguhêzin deverên wekî Ceyhanê û benderên Mersînê.
Daxwaz û xwesteka gelê Şirnexê ew bû ku li vê herêma Şirnexê parzûngehek hatiba çêkirin.
Digotin `em dê li vê dervara ku em niha lê ne çêbikin` lê mixabin piştî ev borî çêkirin û ew xet danîn ev xewn û xeyala gelê Şirnexê jî vala derket.
Petrola herî zêde ya Şirnexê ji herêma Gabarê derdiveke, bi rastî hewcedarî heye ku parzûngehek li vê derê bê avakirin. Piştî ku ev yek neyê kirin ti sûda wê ji gelê Şirnexê re nabe.”
"Yên xwe deyndar kirine û tanker kirîne dê mexdûr bibin"
Li aliyê din Osman Gelîş jî wiha anî ziman, "Xwediyên barhilgiran di gilî û gazinên xwe de mafdar in.
Baweriya xwe bi petrolê anîn xwe deyndar kirin û erebe kirîn lê îro jî bi nêt in bi boriyê petrolê veguhêzin.
Eger bi boriyê biçe ewên ku xwe deyndar kirine û erebe kirîne dê hemû mexdûr bibin.
Lê eger şert û mercên parzûngehê pêk hatin wekî mînak eger berhemanîn bû 100-200 hezar varîl dê hikûmet bixwe parzûngehê çêbike."
Li gorî amarên fermî li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane 132 hezar bermîl petrol tê berhamanîn.
78 hezar ji wê hejmarê ji Gabarê ye û dahata wê ya salane bo aboriya Tirkiyê derdora 2 milyar dolar e.
Şirnexî dibêjin herî zêde petrol ji bin axa wan derdikeve û divê sûda mezin jî bo wan be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse