Erdogan li Şirnexê: Dewletê xeta kirine

13-03-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Şirnex Gabar Petrol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Niha li Gabarê hilberîna me ya petrolê ya rojane ji 37 hezar bermîlan derbas kiriye, hedef 100 hezar bermîl in.”

Erdogan herwiha got ku herêm dê bi saya petrolê pêşkeve.

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan îro di çarçoveya propagandeyên hilbijartinên 31ê Adarê çû Şirnexê.

Erdogan li Şirnexê li Meydana Edliyeyê di mitînga partiya xwe de axivî.

“Tirkiye bêyî Şirnex, Mêrdîn û Amedê nabe Tirkiye”

Erdogan li xwe mikur hat ku dewletê pêştir kiryarên xirab bi gotina wî xeta kirine û got:

“Bifikirin, ma laşekî bê dil dibe? Bê Şirnex, Mêrdîn û Amed Tirkiye jî nabe.

Tiştên neyînî ku di demên borî de qewimîne nikarin vê rastiyê biguherin.

Me li jiyana her welatiyekî ku li welatê me dijî bi erênî temaşe kir.

Yek ji wan şahidan jî Şirnex e ku me gelek xizmetên baş ji welatiyên xwe re kirine.

Ji bo ku bikevin navbera me û Şirnexê û têk bidin, hinek kesan hemû rê ceribandin.

Ne tenê li Şirnexê, dixwestin ku pêwendiya me û temamê vê herêmê qut bikin.”

“Faşîzm bû sedema mexdûriyetê”

Erdogan herwiha amaje bi wê yekê kir ku Di dîroka Tirkiyeyê de li gelek cihan xelk rûbirûyê pirsgirêkan bûne û wiha domand:

“Tinebûn û hejarî dîtin. Tenê ne li vê herêmê li piraniya welatê me paş de mayîn hebû.

Faşîzma yek partiyê ji aliyê madî û menewî ve bû sedema mexdûriyetê.

Menderesê rehmetî bû yekem rêber ku rê li ber vê yekê girt. Lê wan bi darbeyan xwest rewşê têk bidin.

Rêxistina terorê ya dabeşker di sîstema yek partîbûnê de derfet dît. Helbet dewletê xeta kirine. Lê rêxistina terorê bû pêşengê senaryoyeke tarî.”

Li Kato û Feraşînê lêgerîna petrolê

Erdogan diyar kir Kato û Zozana Feraşînê ket nav qadên lêgerîna petrolê û wiha got:

"Em bi biryar in ku Şirnexê bi maden, jeotermal, tav û baya wê va bikin yek ji baregehên enerjiyê."

“Niha li Gabarê rojane 37 hezar bermîl petrol tê derxistin”

Erdogan di berdewamiyê de wiha axivî:

"Niha li Gabarê hilberîna me ya petrolê ya rojane ji 37 hezar bermîlan derbas kiriye, hedef 100 hezar bermîl in. Ev der dê pêşve herin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst