Li Çiyayê Gabarê 10 bîrên din ên petrolê tên vekirin

22-11-2023
RÛDAW
Nîşan Petrol Şirnex Çiyayê Gabarê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Şirnexê li devera Çiyayê Gabarê, 10 bîrên din ên petrolê tên vekirin.

Saziyên Hevbeşên Petrolê yên Tirkiyeyê (TPAO) ragihand ku hejmara bîrên petrolê yên li Çiyayê Gabarê gihîştine 29 bîran ku beriya niha 19 bîr bûn.

Li gorî zanyariyan piştî ku her 29 bîrên petrolê çalak bûn dê rojane 35 hezar bermîl petrol ji wan bîran bê bidestxistin.

Li gorî bernameya wê saziyê, ew dê sala 2024an bi giştî 100 bîrên petrolê bikolin.

Li gorî heman bernameyê, dê rojane 100 hezar bermîlên petrolê ji wan bîran berhem bînin.

Li quntara Çiyayê Gabarê rêjeyeke baş a petrolê hatiye dîtin.

Li gor Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê, yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl e.

Bi vî awayî jî li ser asta giştî ya Tirkiyeye û Bakurê Kurdistanê, bajarê Şirnexê di warê derxistina petrolê de bûye yekem bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst