Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Em dersa bijarte ya Kurdî, ji bo fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî bikin pêlikek.”
Dema hilbijartina dersa hilbijartî ya Kurdî dest pê kir. Malbat dikarin heta 17ê Sibatê li dibinstanên seretayî dersên Kurdî hilbijêrin.
Saziyên sivîl, weşanxane, aktivîstên zimanên Kurdî û hinek partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ji bo malbat dersa hilbijartî ya Kurdî hilbijêrin dest bi kampanyayan kir.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk bi peyamekê bangî malbatan kir ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin.
Mustafa Ozçelîk diyar kir ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî, fermîbûna zimanê Kurdî mafekî rewa û bingehîn ê miletê Kurd e û got:
“Lê belê, li gel parastin û têkoşîna ji bo mafê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî, divê em li mafê xwe yê dersa hilbijartî ya Kurdî ya Kurdî jî xwedî derkevin.
“Milyonek zarok dê fêrî Kurdî bûban”
Ozçelîk da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê niha di hilbijartina dersa Kurdî û tayînkirina mamosteyên dersa Kurdî de gelek astengiyan derdixe û wiha got:
“Lê eşkereye ku eger ji 2012yê heta îro, di navbeyna van 13 salan de, her sal 100 hezar, 200 hezar zarokên Kurdan dersa hilbijartî ya Kurdî hilbijartiya îro dê bi kêmanî mîlyonek zarokên Kurd ên ku bi Kurdî nezanîbûn dê Kurdî fêr bûban.
“Dewletê dê nekariya astengiyan derbixe”
Her wiha dê ew tirsa ji bo hilbijartina dersa Kurdî jî derzeke mezin xwaribûya û dewleta Tirkiyeyê jî dê nekariya bi hêsanî, bi vî şiklê ku îro dike, astengî derxista.
Gava ku bi sed hezaran zarokên Kurd dersa kurdî hilbijartibûna, dê pêwîstiya bi hezaran mamosteyên dersa Kurdî jî derketa hole.
Zêdebûna daxwaza li mamosteyên Kurdî, dê li universiteyan jî hejmara mamosteyên zimanê Kurdî zêdetir bikira.
“Bazara Kurdî dê berfireh bûba”
Her wiha zêdebûna daxwaza dersa hilbijartina Kurdî dê bazara pirtûkên Kurdì, tîcareta bi zimanê Kurdî, bazara televîzyon û fîlm û xebatên cuda cuda yên bi Kurdî jî firehtir bike.
Ev yeka jî dê bingehê fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî xurtir bike.
“Divê em vê derfetê bi kar bînin”
Belê, bikaranîna mafê dersa hilbjartî ya Kurdî jî beşek e, îmkanek e, şansek e ji bo fêrbûn û lêxwedîderketina zimanê Kurdî û divê em vê firsendê bi kar bînin.
Helwestên ku piştgiriya dersa Kurdî nakin, li dijî derdikevin, zererê digihînin fêrbûna zimanê Kurdî.
Her gaveke ku parastin û piştgiriya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî (axaftin, nivîsandin, fêrkirina zimanê Kurdî) diparêze, teşwîq dike, bi pêşve dibe, pêk tîne, em girîng dibînin û em piştgiriya wan dikin.
Eger em karibin pêk bînin da ku bi sed hezaran zarokên Kurdan dersa hilbijartî ya Kurdî hilbijêrin, ev dê rêya fermîbûn û perwerdeya bi zimanê Kurdî jî xweştir û xurtir bike.
“Têrê nake lê em dîsa jî dibêjin erê”
Ji ber wê jî em ji bo dersa kurdî dibêjin, têrê nake lê em dîsa jî dibêjin erê.
Ji ber vê yekê jî em dibêjin, her gotin, helwest, boykot, biçûk dîtin, rêlibergirtin, sistkirin, teşwîqnekirin û li dijî derketina ji bo dersa hilbijartî ya Kurdî dê zererê bide fêrbûna zimanê Kurdî dê zererê bide her çalakiyeke ji bo zimanê Kurdî.
Em bangî rayedarên dewleta Tirkiyeyê, miletê Kurd û hemû aliyên peywendîdar dikin.”
Ozçelîk bangî rayedarên Tirkiyeyê kir û ji wan xwest ku van pêk bîne:
“1-Ji bo ku dersa hilbijartî ya bi zimanê Kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawiya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin. Divê hemû astengiyên li ber dersa bijarte ya Kurdî ji hole bêne rakirin.
2- Ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkiyeyê de guherînên pêwîst bêne bicihkirin.”
“Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê jiyanê”
Serokê Giştî yê PWKyê her wiha bangî Kurdan û aliyên peywendîdar kir û got:
“1-Zarokên xwe li dersa hilbijartî ya Kurdî (kurmancî û Kirdkî/Zazakî) qeyd bikin.
2-Kurdên ku bi Kurdî nizanin hemû îmkanên xwe seferber bikin da ku hûn fêrî Kurdî bibin.
3-Hemû Kurdên ku bi Kurdî dizanin, li nav malê, li kolanan, li sûkê, li dibistanan, li karên xwe, di jiyana rojane û tîcaretê de zimanê Kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê jiyanê.
4-Divê hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên Kurdan, hemû siyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên Kurd, kurdî bikin zimanê xwe yê esasî yê siyasetê, nivîsandinê, çalakiyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.
5- Divê hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl, TV, radyo û rojnameyên kurdan, karsazên kurdan, potansiyela dîasporayê ya kurdan, bi awayekî fiîlî û ji bo li ser platformên digital, kurd bikaribin kurdî fêr bibin, hemû îmkanên xwe seferber bikin, projeyan çêbikin, dibistanan, kursan, dezgehan û amûran vekin, damezrînin.
6-Kurdên ku bi Kurmancî dizanin, divê hewl bidin Kirmanckî/Zazakî fêr bibin, fêhm bikin, Kurdên ku Kirmanckî dizanin jî divê hewl bidin ku bi Kurmancî fêr bibin û fêhm bikin.
7-Ji kîjan partiyê dibe bila bibe, em bangî hemû parlamenterên Kurd dikin da ku piştigriya dersa hilbijartî ya bi zimanê Kurdî bikin, ji bo dersa bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawiya pola 12yê be, gavên pêwîst biavêjin û piştgiriya ya ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê bikin.
8-Di serî de em bangî hemû serokên belediyeyan û endamên meclisên belediyeyan ên li Bakurê Kurdistan û serokê belediyeyê û endamên meclisê yên şaredariya Stenbolê, Îzmirê, Mêrsînê, Edeneyê, Enqereyê, Antalyayê, navçeyên Konyayê û bajarên din yên ku nifûseke zêde ya Kurdan lê heye dikin, da ku dibistan, kurs û dezgehên fiîlî û digital yên ku perwerdeya bi zimanê kurdî dikin û kurdî fêr dikin vekin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse