Mustafa Ozçelîk: PWK partiyeke bêîtaetiya sivîl e

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Mustafa Ozçelîk Damezrandin Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, "PWK mafê çarnivîsa miletê Kurd diparêze û partiyeke bêîtaetiya sivîl e."

Îro yekemîn salvegera damezrandina PWKyê ye.

PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) tevî kesayetiyên serbixwe 9-10a Îlona 2023yan li Amedê kongreya xwe ya yekîtiyê pêk anî û 10ê Îlona 2023yan Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hat damezrandin.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji bo salvegera damezrandina PWKyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di peyama xwe de wiha got:

"Di encama xebateke hevbeş a yekîtiya siyasî û rêxistinî de, PAK (Partiya Azadiya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê) teva kesayetiyên serbixwe 9-10a Îlona 2023yan li Amedê kongreya xwe ya yekîtiyê pêk anî û 10ê Îlona 2023yan Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hat damezrandin.

Îro yekemîn salvegera damezrandina PWKyê ye.

PWK, partiyeke meşrûiyeta xwe ji heq û huqûqa miletê Kurd digire û xebata eşkere esas digrie. Ji bo ku PWK wekî partiyeke yasayî xebatên xwe bimeşîne, me dest bi prosedurekê kir.

Li gorî vê pêvajo û perosedurê, PAKê 17ê îlona 2023yan, li Enqereyê di çavderiya Lijneya Hilbijartinê ya Çankayayê de kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî.

Di vê kongreya fermî de, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) navê xwe wekî Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) guherand da ku PWK di qada eşkere û fermî de bikaribe kar û xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî bi rê ve bibe.

Her çiqasî navê PWKyê wekî yasayî hatibe qebûlkirin jî doza girtinê ya ku berê ji bo PAKê hatibû vekirin, nuha bi navê PWKyê dê dewam bike.

PWK mafê çarnivîsa miletê Kurd diparêze

PWK, pirsgirêka Kurdistanê di eslê xwe de wekî pirsa mafê çarenivîsa miletê Kurd, pirsa dewletbûnê dibîne. Partiya me, dewletbûnê (dewleteke federal, konfederal an jî serbixwe) wekî program û armanceke demdirêj û stratejîk dibîne.

Di vî warî de, li gorî şert û mercên Kurdistanê û tevgera rizgarîxwaziya neteweyî, her wiha li gorî rewşa herêmê û navneteweyî, gava çareseriyên cihê û navqonaxî jî derkevin holê, em dê wan çareseriyên demkî û navqonaxiyan jî red nekin û wan ji bo bidestxistina armancên sereke û stratejîk wekî derfetên girîng û pêwîst binirxînin.

PWK mafên ziman, kultur, demokratîk ên Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dijîn diparêze. Li bajarên metropolên Tirkiyeyê yên ku nifûsa Kurdan di piraniyê de ye, mafê xweîdarekirina herêmî ya gelê Kurd diparêze.

PWK bi vîzyon û mîsyona xwe navend û navnîşanek nû ye

PWK, partiyeke neteweyî, demokratîk, gelerî, eşkere û qanûnî ye. Ew ji bo mafê çarenivîs û mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê Kurd û pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û ji bo mafên Kurdên li metropolên Tirkiyeyê dixebite.

Ew bi awayekî giştî, xwe berdewamiya tevgera azadî û rizgarîxwaziya neteweyî ya Kurdistanê dibîne li hemû berxwedan, serîhildan û destkeftiyên azadî û rizgarîxwaziya neteweyî xwedî derdikeve.

PWK di warê siyasî de, parastin û xurtkirina xeta neteweyî û Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê wekî wezîfe û vîzyona xwe ya esasî dibîne.

Bi vê vîzyon û mîsyonê, PWK ne li ser bingehê îdeolojî, nîjadî û sinifan lê li ser bingehê hevwelatiya Kurdistanê û wekî partiyeke eşkere, yasayî, neteweyî û demokratîk rêxistina xwe dihûne.

Ew dixwaze bi awayekî berfireh civata kurd û kurdistaniyên welatparêz û demokrat yên oldar, sekuler, sosyalîst, lîberal û muhafezekar di nav refên xwe de bicivîne û wan bi rêxistin bike.

Teva ku di vî warî de, rêyeke dûrûdirêj û dijwar li pêşiya me ye jî PWK ji niha ve bûye navendeke esasî û cihê hêviyeke nû.

PWK, bi siyaset û helwesta xwe, bi aboriya xwe ya xweser, bi kultur û hişmendiya kultura xebata hevbeş, bi demokrasî û azadiya navxweyî, bi hevrêziya li hemberî partî, rêxistin û tevgerên Kurd û Kurdistaniyan, partiyeke serbixwe, milî, demokrat, xwebexş û azadîxwaz e.

PWK, di civîn û birêvebirina navxweyî de, di daxuyaniyên xwe yên ji bo raya giştî û nava partî yê de zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmackî/Zazakî) wekî zimanê esasî û fermi yê partiyê bi kar tîne.

PWK hewl dide ku endamên wê yên di warê axaftin û nivîsandina Kurdî de zehmetiyê dikşînin xwe di vî warî de pêş ve bixin, hevalên Kurmancîaxêf hînî Kirdkî/Zazakî û hevalên Kirdkîaxêf jî hînî Kurmanciyê bibin.

PWK, ji bo yekitî, hevkarî û tifaqan nimûne ye û di wê warî de her amade ye

PWK, pirsa yekitî û hevkariyên hêzên siyasî û demokratîk yên Bakurê Kurdistanê bi awakî giştî di sê xalan de dibîne.

Pirsa yekitiyên siyasî û rêxistinî; pirsa hevkariya startejîk ya partî û rêxistinên kurdistanî û pirsa hevkarî û platformên li ser daxwazên acîl û avakirina temsîlyeteke neteweyî ku ev di deklerasyona PWKyê de bi awakî berfireh hatiye diyarkirin.

Di vî warî de siyaseta PWKyê zelal e û PWK dibêje:

Partî û rêxistinên ku di warê siyasî û daxwazên stratejîk de wek hev in, nêzîkê hev in, bila bibin yek û di binê yek partiyê de bicivin, yên ku nikarin bibin yek, bila bi hev re hevkarî û tifaqan ava bikin, yên ku nikarin bi hev re hevkarî û tifaqan bikin, deriyê diyalog û pêwendiyan negirin û yên nikarin diyalogan jî bi hev re deynin, bila bila qet nebe dijminatiya hev nekin.

PWK, xebat û têkoşîna li dijî asîmilasyonê û hevkariya li ser daxwazên acîl wezîfeyeke girîng dibîne!

PWK, xebat û têkoşîna li dijî siyaseta asîmlasyon û jenosîda li ser zimanê Kurdî û herweha parastin û geşkirina zimanê Kurdî wekî yek ji wazîfeyên xwe yên esasî û acîl dibîne.

Partiya me di vî warî de û ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd, avakirina hevkarî, platform û tifaqeke herî berfireh pêwîstiyeke esasî dibîne, ew ji bo vê pêwîstiyê hewl dide û wê bi berdewamî xebat, hewldan û pêwendiyên xwe bidomîne.

Divê em hewl bidin ku malbatên me, partî, rêxistin û tevgerên me yên siyasî, dezgehên sivîl û komeleyên me yên çandî, herêmî û civakî yên di qada jiyana rojane de di civîn, çalakî û weşanên xwe de her du zaravayên Kurdî (Kurmancî û Kirdkî/Zazakî) wekî zimanê esasî û sereke bi kar binîn.

Divê em bi kêfxweşî diyar bikin ku civîn, gotûbêj û weşanên PWKyê bi vê berpirsiyarî û hişmendiye tên birêvebirin û ev hişmendî roj bi roj di nav refên PWKyê de xurtir û berfirehtir dibe.

Helbete ku di xebat û çalakiyên piralî de bikaranîna zimanê Tirkî jî beşeke ji rastiya ku em tê de dijî ne.

PWK, partiyeke bêîtaetiya sivîl e

Bingehê xebat û tekoşîna partiya me Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo cîbicîkirina armancên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî, partiya me bê ku şidetê bikar bîne dê hemû rê û rêbazên xebat û têkoşînê yên meşrû, eşkere, sivîl, demokratîk û bêîtaetiya sivîl bi hevahengî bi kar bîne.

Partiya me bi bername, destûr û deklerasyona xwe ve, bi şêweyê damezrandin û xebata xwe ve nimûneya partiyeke bêîtiadiya sivîl e.

PWK, destkeftiyên her perçeyekî Kurdistanê, wekî destkeftiyên miletê Kurd dibîne!

PWK, li hemû parçeyên Kurdistanê mafê çarenivîsa miletê Kurd wekî mafekî herî rewa dibîne û diparêze. Bêgûman her beşê Kurdistanê dê li gorî şert û mercên xwe forma azadiyê û desthilatdariya beşên xwe ava bike.

Her wiha her çiqasî dem, rê û metoda wê ji niha ve neyên texmînkirin jî yekitiya miletê Kurd û Kurdistanê mafekî meşrû û rewa ye lê di vî warî de, dive miletê Kurd û Kurdistanî bi îradeya xwe ya azad biryarê bidin.

PWK, piştgiriya destkeftiyên federalî yên Herêma Kurdistanê û destkeftiyên li Rojavayê Kurdistanê dike, parastin û pêşdebirina van destkeftinan wekî wazîfeyeke neteweyî dizane.

Ew li her çar perçeyên Kurdistanê daxwazkarê yekitî, hevkarî, hevrêzî û tifaqên netewî û niştimanî ye.

Di nava beşên Kurdistanê de, pêwendî, piştgirî û hevrêziya di nava partî, rêxistin û dezgehên neteweyî û Kurdistanî pêdiviyên bingehîn in.

PWK di peywendiyên navneteweyî û diyaspora Kurdî de, bi hişmendiya ku dijminên me kêm, dostên me zêde bibin dixebite!

PWK, di têkiliyên xwe yên navnetewî de berjewendiyên miletê Kurd û Kurdistanê esas digire û siyaseta xwe li gor vê rêbazê bi rê ve dibe.

Di têkiliyên xwe yên navneteweyî de, bingehê siyaseta partiya me, wê dost û piştgirên doza xwe zêdetirkirin û neyarên doza xwe jî kêmtirkirin be.

Partiya me, dîplomasî û siyaseta xwe ya navneteweyî li ser neyartiya ti miletan ava nake lê partiya me, di siyaseta xwe ya navneteweyî de, li dijî neheqî û bêdadweriyê radiweste û piştgiriya xebat û têkoşînên ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û dadweriyê dike.

Diyaspora Kurdî bi xebata xwe û bi pêwendiyên xwe yên navneteweyî beşek ji tekoşîna miletê Kurd û Kurdistanê ye. Lê mixabin îro diyaspora Kurdî ji navend û banekî hevbeş bêpar e.

Em di vê baweriyê de ne ku divê hemû aliyên ku îro hene, di vî warî de bi berpirsiyarî û hişmendiyeke neteweyî û Kurdistanî tevbigerin.

Ji bo diyaspora Kurdî di binê navend û banekî hevbeş de bicive, hemahengî û hevrêziya nava wê pêk were, divê em bi hemû hêz û îmkanên xwe hewl bidin û bixebitin.

Ji bo pêkanîna vê armancê, em weke PWK amade ne ku bi hemû hêz û kesayetên eleqedar re pêwendiyan deynin û hewl bidin ku bi awayekî hevbeş çareseriyekê ji vê belavbûn û pirserîtiyê re bibînin. 

PWK, wê xebat û çalakiyên xwe yên cîhêreng bi awakî hevahengî geş û xurtir bike

PWKê, di nav vê sala borî de, bi hemû hêz û derfetên xwe hewl da ku ji bo doza rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk xebat û siyaseteke serbixwe û bi şexsiyet bimeşîne.

PWK, ji demezradina xwe û heta îro, di derbarê rojeva Kurdistanê, rojên taybetî yên dîrokî û serhildanên Kurdan de û ji bo bîranîna şehîd û pakrewanên kurd û Kurdistanê de gelek konferans, semîner û çalakî li dar xistin.

Her wiha li gorî hêz û îmkanên xwe, PWK li welatên Ewropayê jî gelek xebat û çalakî organîze kirin û hewl dide ku ji bo piştgiriya doza rizgarîxwaziya neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê, ji bo xebatên kulturî û civakî yên Kurdên li derveyî welêt bibin deng û rengekî nû.

Lê bêgûman dil dixwest ku me bikarîba di nav vê salê de, xebat û çalakiyên xurtir û berfirehtir pêk bianiya, wekî partî em bihêztir û berfirehtir bibûna.

Lê di vê rewş, merc û konjonktura heyî de û her wiha bi van kês û derfetên xweser ên di destên me de ne, me dikarîbû ewqas pêk bianiya.

Bêşik, di vî warî de, kêmanî û xeletiyên me jî hene ku em wan bi hûrgilî dinirxînin.

Lê li gel hemû kêmasiyan jî, me bi hemû bawerî û dilsoziya ve ji doza azadiya gelê xwe re xebat kiriye.

PWK, di hişmendî û zanestiya kêmanî û xeletiyen xwe de ye, ew partiyeke xwerexnegir e, ji tesbîtkirina kêmasiyên xwe natirse û di wî warî de wê hergav bi rexnegirî, xweşbînî û berpirsiyarî tevbigere.

Em di vê baweriyê de ne, teva kil û kêmaniyan jî partiya me di vê sala bihûrî de, di geşkirin û berfirehkiran pirrengî û pirdengiya siyaseta Bakurê Kurdistanê de, roleke erênî lîstiye û dê di vê siyaset û helwesta xwe de berdewam be.

PWK, di vê baweriyê de ye ku ji bo dînamîzma ciwanan û hêza jinan bêtir bikaribin di nav refên partiya me û di nav tevgera rizgarîxwaziya neteweyî, demokratîk de cih bigrin, di nava xebatên siyasî, kulturî, civakî û jingehparaziyê de bi awakî rêxistinî û çalak bixebitin, di geşkirina tevna civata Kurd û Kurdistanî de roleke aktîftir bilîzin, divê em rewş û dema niha bi awakî civaknasî û pisporî ji nû ve binirxînin.

Di vî warî de divê em ji pispor û civaknasan jî îstifade bikin. Divê em li gorî dem û rewşa heye bi rê û rêbazek nû tevbigerin.

Bi van bîr û baweriyan û bi vê hişmendiyê, di yeksaliya damezrandina PWKê de, ez hemû damezranêr, rêvebir, endam û alîgiren PWKyê ji dil û can pîroz dikim.

Ez di yeksaliya damezrandina PWKyê de bangî hemû damezranêr, rêvebir, endam û alîgiren PWKê dikim ku em bi hev re xurt in, em bi hev re partiya xwe bigihînin asta ku me heq kiriye û em hewl bidin ku PWK bibe partiyek ciwanan, bibe partiyek jinan, bibe partiya hemû reng û dengên civata Kurdistanê.  

Ez di vê baweriyê de me ku em dê sala bê xwe ji bo pêngavek geştir û çalaktir amade bikin.

Di yeksaliya damezrandina PWKyê de, ez bangî hemû kadroyên welatparêz, azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî dikim ku xwedî li xeta neteweyî, demokratîk, azadîxwaz û Kurdistanî ya PWKyê xwedî derkevin.

Hêvî û sibêroja miletê Kurd û kurdistaniyan di vê xetê de ye. Werin em bi hev re vê xeta neteweyî û Kurdistanî xurtir, geştir û berfirehtir bikin.  

Bijî xebat û têkoşîna ma ya ji bo mafê çarenivîsa miletê Kurd û kurdistanê!

Bijî Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst