Mêrdîn: Qeyûm di 3 mehan de 301 karker ji kar derxistin

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeyûm Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyunê ku 14ê Kanûna Paşîn li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wekî qeyûm hat danîn di 3 mehan de 301 karker ji kar derxistine.

Birêvebiriya qeyûm karkerên ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatibûn damezirandin ji kar dûr xistin û karkerên ku bi biryara dadgehê vegeriyabûn ser kar jî kirin hedef.

Qeyûm berê di dîrokên cuda de 236 karker ji kar derxistibûn, vê carê jî 65 karkerên din ji kar derxistin.

Bi vî awayî di nava 3 mehan de hejmara karkerên ku ji kar hatine derxistin gihîşt 301 kesan.

Hat zanîn ku derxistina karkeran berdewam dike û karker jî xwe amade dikin ku serî li dadgehê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst