Hewlêr (Rûdaw) - Qeyûmê Şaredariya Sêrtê 35 karkerên şaredariyê bi hînceta girêbesta wan ne qanûnî ye ji kar derxistin.
Şaredariya Sêrtê ya ku niha ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, îdia kir ku girêbesta 35 kesên ku di demên dawiyê de li Şaredariya Sêrtê wekî karker hatine wergeirin ne qanûnî ye.
Qeyûm ji ber wê yekê girêbesta 35 kesan betal kir û ew ji kar derxistin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 29ê Kanûna Paşîn a 2025an qeyûm li Şaredariya Sêrtê danî ku di destê DEM Partiyê de bû.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an û heta niha qeyûm danîne ser şaredariyên DEM Partiyê yên Colemêrg, Mêrdîn, Êlih, Dêrsim, Xelfetî, Akdenîz, Miks û Sêrtê.
Li wan şaredariyên ku qeyûm li ser hatî danîn, bi dehan karmend û karkerên şaredariyê ji kar hatine derxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse