Li Mêrdînê di xwenîşandana li dijî qeyûm de 2 kes hatin girtin

Duh li 09:36
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeyûm Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di xwenîşandana li dijî tayînkirina qeyûman de 3 kes  hatin desteserkirin û 2 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm danîbûn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê ya Rihayê.

Piştî tayînkirina qeyûman li seranserê Bakurê Kurdistanê xwenîşandan û çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman dest pê kiribû û ew nerazîbûn hîn jî berdewam dikin.

Li Mêrdînê di xwenîşandana duh de 3 kes hatin desteserkirin û 2 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Derbarê kesê din jî kar û barên yasayî berdewam dikin.

Li gorî amarên ku Wezareta Karên Navxwe yê Tirkiyeyê 10ê Çiriya Paşîn belav kirine, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di protestoyên qeyûman de 253 kes hatine desteserkirin û 33 ji wan bi biryara dadgehê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst