Li Mêrdînê pevçûna bi çekan: 3 kes birîndar bûn

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Pevçûn Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artukluyê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê du malbatên ku dijmintiya wan hebû bi çekan pev çûn û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li taxa Kabalayê ya navçeya Artukluyê ya Mêrdînê di navbera du malbatan de pevçûna çekdarî çêbûye û 3 kes birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e.

Di encama pevçûnê de Ahmet A, Azîz A. û Metîn D. birîndar bûn.

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin nexweşxaneyê.

Li gorî zanyariyan rewşa kesekî di metirsiyê de ye û ji bo desteserkirina kesên tohmetbar operasyon hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst