Li Wanê otomobîlekê da nav keriyê pez: 17 mih mirar bûn

07-12-2023
RÛDAW
Nîşan Pez Mirarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgiriyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li keriyek pez qelibî û 17 mih mirar bûn.

Şeva borî li ser rêya navçeyên Bêgirî û Çaldiranê yên Wanê li nêzîkî gundê Hereşikê otomobîlek li keriyek pez qelibî ku di rê re derbas dibû.

Li ser agahdarkirinê tîmên Şaredariya Bêgiriyê çûn cihê bûyerê û pezên mirarbûyî bi kepçeyê ji ser rê hatin rakirin.

Herwiha li parêzgeha Colemêrgê jî guran êrişî keriyek pez kir û di encamê de 65 mih mirar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst