WAN - 140 mihên ku bê hewa man mirar bûn

05-05-2024
RÛDAW
Nîşan Erdîş Mih Mirarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya parêzgeha Wanê 140 mihên ku di axur de bê hewa man mirar bûn.

Li gundê Ava Ziravê yê Erdîşê doh Erdal Bayramhan û Adil Bayramhan ji ber barana gur 400 mihên xwe xistin axur û derî girt.

Dema îro wan sibehê deriyê axur vekir, dît ku bi dehan mihên wan ji ber ku bê hewa mane mirar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên Saziya Çandinî û Daristanê ya Erdîşê çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolînan de diyar bû, ji ber ku axur teng bûye û ajelan zêde hev dehf daye, bê hewa mane û mirar bûne.

Xwediyê ajelan Erdal Bayramhan got:

“Ji ber barana gur em neçar man hemû mihên xwe bixin axur.

Di demên asayî de em ewqas pez naxin axur.

Em dê di demeke nêzîk de biçûna zozanê.

Me doh êvarî ji ber barana gur hemû xistin axur.

Dema min sibehê li nihêrî 140 mih mirar bûbûn.

Zerera me gelekî zêde ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst