Li bendaveke Dîlokê bi hezaran masî mirar bûn

13-12-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Dîlok Mirarbûna Masiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bendava Kayacikê ya Dîlokê bi masiyên mirarbûyî tijî bûye.

Li Bendava Kayacikê ya li navçeya Tilbişarê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, masî ji ber sedemeke nediyar mirar dibin û bi ser avê dikevin.

Welatî ditirsin ku nexweşî li nav ajelên wan ên kedî jî belav bibe.

“Mirina masiyan me ditirsîne”

Welatî Cumalî Korogulari li ser mirina masiyan got:

“Berî mehekê jî 3-4 masî mirar bûbûn lê ne zêde bûn. Ji 20 rojan û vir ve zêde bûne. Her roj masî dimirin û bêhna wan, me gelekî aciz dike.

Mirina masiyan bi rastî me ditirsîne. Dibe ku kûçik û pisîkên me jî wan bixwin û ew jî bi newxeşiyê bikevin.”

Welatiyên li herêmê dixwazin ku rojekê pêş de sedema mirarbûna masiyan bê diyarkirin û tedbîrên pêwîst werin wergirtin.

“Evqasî ne zêde bû”

Welatiyê bi navê Yunus Emre Yaşar jî anî ziman:

“Me berê tiştekî wiha nedîtibû. Berî çend salan jî tiştekî wiha qewimîbû lê ne evqasî zêde bû.”

Li ser giliyê welatiyan tîmên Saziya Çandinî û Daristanan a Dîlokê çû bendavê û ji bo pişkînînê nimûneyên masiyan birin laboratuwarê.

Piştî lêkolînan dê sedema mirarbûna masiyan diyar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst