Di operasyonên Meletî û Rihayê de biryara girtina 24 kesan hat dayîn

07-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Girtin Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji 71 kesên ku li parêzgehên Riha û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê hatibûn desteserkirin, 24 kes ji wan hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Rihayê piştî êrişa PKKyê ya li Enqereyê ya li dijî Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, li 18 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta PKKyê operasyonek dabû destpêkirin.

Di çarçoveya wê operasyonê de 55 kes bi hinceta “endamtiya PKKyê” hatibûn desteserkirin.

Doh 51 ji wan kesên desteserkirî hatin darizandin.

32 ji wan piştî karûbarên îfadeyê yên dozgeriyê hatin berdan û dozger 19 kesên din jî bi biryara girtinê şandin dadgehê.

Dadgeha Rihayê darbarê 18 kesan de biryara girtinê da ku 15 ji wan koçber in.

Koçberê bi navê Elî Elî bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Li gorî zanyaraiyan herî kêm 20 kesên ku piştî dadgehê hatine berdan koçberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne û bi daxwaza dersînorkirinê ji bo Navenda Vegerandina Koçberan a Rihayê hatine şandin.

Bi sedan kes hatine desteserkirin

Li aliyê din Serodozgeriya Komarê ya Meletiyê jî bi heman awayî li 4 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonek dabû destpêkirin.

Di wê operasyonê de jî 16 kes hatibûn desteserkirin.

Her 16 kesên desteserkirî doh bi daxwaza girtinê hatin darizandin.

Li dadgehê 6 kes bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin û 10 kes jî hatin berdan.

Li gorî zanyariyan her 10 kesên hatine berdan koçber in û ew jî bi armanca vegerandinê ji bo Navenda Vegerandinê ya Koçberan a Meletiyê hatine şandin.

PKKyê 1ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Enqereyê li ber avahiya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek pêk anî.

Di êrişê de 2 polîs birîndar bûbûn û her du gerilayên PKKyê ku êriş kiribûn canê xwe ji dest dabû.

Tirkiyeyê piştî vê êrişê bi hinceta PKKyê li navxwe û derve dest bi operasyonan kir.

Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi sedan kes hatine desteserkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst