Li Rihayê 24 kes hatin girtin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê polîsan li ser rêyan xalên lêgerînê danîn û bi hîncetên cuda 24 kes desteser kirin.

Hêzên Ewlehiya Rihayê îro li ser rêya serke ya bajêr xalên lêgerînê danîn.

Li wan xalên lêgerînê, lêgerîn di nav 4 hezar û 773 otomobîl û 24 motorsîkletan hatiye kirin.

Di wan lêgerînan de bi hîncetên cuda 24 kes hatin desteserkirin ku tê gotin ku derbarê 18 kes ji wan de berê biryara girtinê hebû ye.

Bi qasî 2 milyon û 541 hezar û 980 lîre cezayê pere li şofêran hat birîn.

Herwiha ketina 20 otombîlan ya nav trafîkê jî hat qedexekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst