RIHA - Dikandarê Kurd ji ber alaya Tirkiyeyê hat girtin

29-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Alaya Tirkiyeyê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, esnafê ku nexwest alaya Tirkiyeyê bi dikana wî ve daleqînin bi kêrê zabitayekî şaredariyê birîndar kir.

Li ser vê yekê esnafê Kurd ê Rihayî hat girtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, zabitayên Şaredariya Eyyubiyeyê ku navçeyeke navendî ya Rihayê ye doh bi armanca 100emîn salvegera Komara Tirkiyeyê li Kolana Komser Şakir a Eyyubiyeyê alaya Tirkiyê bi dikana ve daleqandin.

Dikandarê Kurd Mehmet Peçene ku karê telefonan dike rê neda zabitayên şaredariyê alaya Tirkiyeyê bi dikana wî ve daleqînin û di navbera wan de nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Mehmet Peçene bi kêrê zabitayê bi navê Hasan Yunusoglu birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Zabita Hasan Yunusoglu yê bi giranî birîndar bû ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.

Yunusoglu yekser hatiye ameliyatkirin û niha rewşa tendirustiya wî baş e.

Dikandarê Kurd Mehmet Peçene jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin û piştî karên îfade wergirtinê ji bo Dadgeha Rihayê hat şandin.

Dadgehê derbarê Mehmet Peçene de biryara girtinê da û ew ji bo girtîgehê hat şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst