Girtiyê nexweş piştî 30 salan hat berdan

07-09-2022
RÛDAW
Nîşan Hanefî Eser Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hanefî Eser ê ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHDê de cih digirt, piştî 30 salan hat berdan.

Hanefî Eser di 29ê Cotmeha 1992an de hat girtin û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.

Eser piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa T ya Bûnyan a Kayseriyê hat berdan.

Dîmenên serbestberdana Eser li ser platforma medyaya civakî ya Twitterê hatin parvekirin.

Di parvekirina li ser hesabê "Rojeva Zindanan" de der barê berdana Eser de wiha got:

“Piştî 30 salan bixêr hatî. Henefî Eser ku bi wan salên dijwar re 30 sal li ber xwe da, hat berdan. Hûn di gelek zehmetî, îşkence, grevên birçîbûnê re derbas bûn. Bixêr hatî nav gelê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst