HEWLÊR - Partiyên Îslamî xwest ji bo Xezeyê bicivin lê parêzgariyê red kir

10-04-2025
RÛDAW
Logoyên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Civaka Dadweriyê ya Kurdistanê (Komel) / Wêne: Rûdaw Grafîk
Logoyên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Civaka Dadweriyê ya Kurdistanê (Komel) / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Civaka Dadweriyê ya Kurdistanê (Komel) Xeze Parêzgariya Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) û Civaka Dadweriyê ya Kurdistanê (Komel) xwest li Hewlêrê ji bo piştgiriya Xezeyê mîtîngekê li dar bixin lê Parêzgariya Hewlêrê daxwaza wan red kir.

Di daxuyaniyeke hevbeş a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Civaka Dadweriyê ya Kurdistanê de hat ragihandin ku wan dê roja şemiyê li Hewlêrê ji bo piştgiriya Xezeyê mîtîngeke nerazîbûnê li dar bixista lê daxwaza wan ji aliyê Parêzgarê Hewlêrê ve hatiye redkirin.

Daxuyanî bi navê “Komîteya Hevbeş a Serpereştyariya Mîtînga Piştgiriya Xezeyê” îro hat belavkirin û tê de hat gotin:

“Roja şemiyê ji bo piştgiriya Xezeyê û li dijî wê komkujiyê ya ku li dijî wan tê kirin li ber Parka Şanederê mîtîngeke girseyî dê were sazkirin.”

Nûnerên her du partiyên ku çûn serdana Parêzgeha Hewlêrê da zanîn:

“Em ji aliyên pêwendîdar dixwazin ku razî bibin û aliyê ewlehiyê yê mîtîngê biparêzin.”

Di çalakiyan de rexne li partiyên Îslamî tê girtin ku ew piştgiriya parçeyên din ên Kurdistanê nakin û tenê piştgiriya Xezeyê dikin.

Berpirsê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mistefa Ebdullah anî ziman:

“Perçeyên din ên Kurdistanê beşeke me ne û em ne bêhelwêst in.

Eger bi wijdanî li Yekgirtûyê were nêrîn ji bo qeyranên li Rojava, Rojhilat, ji bo pêvajoya aştiyê û çûyîna emîndarê me yê Tirkiyeyê ya ji bo pirsa Rojavayê Kurdistanê tê dîtin ku me ji hemû aliyên siyasî zêdetir nekiribe jî kêmtir nekiriye.

Em yekane alî ne şanaziyê pê dikin ku me ne şerê PKKyê kiriye, ne yê Demokratan û ne jî şerekî li dijî Kurdan.”

Berpirsê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mistefa Ebdullah her wiha got:

“Mijara Xezeyê karesatek û komkujiyeke mezin a mirovî ye.

Ji bo Xezeyê piştgirî ji Amerîka û Ewropayê jî heye.”

Çavkaniyekî bilind ê ji Parêzgeha Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand ku ji bilî Komel û Yekgirtû, Dezgeha Standardê jî daxwaza destûra mîtîngê kiriye lê daxwaza wan jî ji aliyê parêzgarê Hewlêrê ve hatiye redkirin.

Çavkaniyê bilind ê ji Parêzgeha Hewlêrê li ser sedema redkirina mîtîngan da zanîn, niha li bajarê Hewlêrê pêwîstî bi mîtîngeke bi wî awayî nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Leyla Qasim/Wêne: Rûdaw Grafîk

Leyla Qasim 51 sal berê hat îdamkirin

Kelemê çavê neyaran Leyla Qasim 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ya Îraqê ve hat îdamkirin