Li Rihayê pevçûna malbatan: Gelek birîndar hene

07-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan Riha Kaniya Xezalan Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ji ber avdaniya zeviyê di navbera du malbatan de pevçûn derket û di encam de 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan 7ê Temûza 2023an li Taxa Alincik ser bi navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê di navbera du malbatan de ji ber avdaniya zeviyê pevçûna bi dar û beran derket û di encam de ji her du malbatan 8 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîsan çûne cihê bûyerê û kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan hatine veguhestin.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de heta niha kesek hatiye desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst