Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêrega ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, di navbera malbatên mirovên hev de pevçûn derket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li navçeya Siwêregê du malbatên mirovên ji ber sedemeke ku hîn nehatiye zanîn, bi dar û keviran pev çûn.
Di pevçûnê de Unal (32), Omer (65), Bayram (24), Mehmet (38), Mehmet Nurî (36) û Aydin G. (40) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên ewlehî û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Tîmên ewlehiyê li nexweşxane û taxê tedbîrên ewlehiyê hildan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse