Li Rihayê dîsa kesek bi kêrê hat kuştin

06-03-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê di pevçûna navbera du grûpan de kesek bi kêrê hat kuştin.

Li gorî zanyariyan li taxa Baxçelîevlerê ya navçeya Xelîliyê du grûpên biyanî ji ber sedemeke nediyar pev çûn.

Di encamê de kesekî bi navê Welîd Muheydî yê 25 salî bi kêrê birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê kesê birîndar bir Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdêyê ya Rihayê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû midexaleyên bijîşkî Welîd Muheydî canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku kesên pev çûne heta niha nehatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst