Li Amedê mitînga zimanê Kurdî hat astengkirin

07-06-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tora Çand û Ziman îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê xwest ku çalakiyekê ji bo zimanê Kurdî lidar bixe û daxwazê bikin ku bibe zimanê perwerdehiyê, lê polîsan rê neda mitînga wan.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê Abduselam Akincî ragihand ku Tora Ziman û Çanda Kurdî di çarçoveya kampanya îmzeyan a bi daxwaza bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dabû destpêkirin de xwest mitînga dawî ya ziman li Meydana Îstasyonê ya Amedê li dar bixe.

Beriya mitîngê bi dirûşma “Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin” hejmareke ji welatiyan û berpirsên çendîn rêxistinên civaka sivîl li kuçeya Hunerê kom bûn û xwestin ku ber bi Meydana Îstasyonê ya Amedê bimeşin, lê polîsan nehişt ku xelk li cihê ku ji bo mitîngê hatibû diyarkirin kom bibe.

Peyamnêrê me da zanîn ku girseya ku ji bo mitînga zimanê Kurdî kom bûye, heta niha li kuçeya Hunerê rawestiyaye û polîsan jî ew dorpêç kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst