RIHA - Cenazeyê kesa 5emîn a ketibû kanala avê hat dîtin

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza Kanala Avdanê Ozlem Çetin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê otomobîleke ku 5 jê zarok 6 kes tê de bûn kete kanala ava, piştî xebatên lêgerînê, cenazeyê kesê 5emîn jî hat dîtin û herwiha lêgerîna ji bo zaroka 9 salî jî berdewam e.

Otomobîla bi reqema 31 B 7008 a Hasan Çetîn diajot li nêzîkî Taxa Ulubag a navçeya navendî ya Xelîliyeyê ket kanaleke avdanê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, ambulans û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Her wiha ji bo derxistina otomobîlê vînc jî ji bo cihê bûyerê hat rêkirin.

Otomobîla ku hevjîna şofêr Ozlem (31) û zarokên wan Asmîn (11), Aysun (9), Ecem (5), Îbrahîm (4) û Mislim (1) Çetîn ên tê de bûn bi vîncê ji kanala avê hat derxistin.

Di otomobîla ku hate derxistin de cenazeyên 4 zarokan hatin dîtin.

Piştî lêgerînê herî dawiyê cenzayê Ozlem Çetin jî hat dîtin û lêgerîna bo Aysun hêj berdewam e.

Hat gotin ku ku di qezayê de şofêr berî ku bikeve kanala avdanê xwe ji otomobîlê avêtiye. Herwiha hat zanîn ku lingê Hasan Çetîn ê ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan şikestiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst